Li gelek bajaran li dijî qeyuman çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin

  • 09:19 23 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî qeyumên ku tayinî ser şaredariyê HDP'ê hatin kirin do bi şev saet di 20.00'an de li gelek bajaran di heman demê de çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ji mala xwe piştgirî da çalakiyê. 
 
Di 19'ê tebaxê de ji aliyê wezareta karê hundur ve qeyum tayinî Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin. Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyuman didomin. Do bi şev saet di 20.00'an de li gelek bajaran di heman demê de çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin.
 
Leyla Guven ji şaneşîna mala xwe piştgirî da çalakiyê
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran re li şaneşînê piştgirî da çalakiyê û li ser medyaya civakî parve kir. 
 
Ji Şirnexê heta Êlihê li kuçeyan li dijî qeyuman bertek hatin nîşandan
 
Li Navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezexê yên Şirnexê gel bi çalakiya dengderxistinê tayinkirina qayuman şermezar kir. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, hevserokên şaredariyan û gelek endamên partiyan piştgirî dan çalakiya dengderxistina li Cizîrê. Di çalakiyê de dirûşma "Li dijî faşîzmê bibin yek deng" hat berzkirin. Gelek welatiyan li malên xwe ceylanên xwe girtin û vekirin û nîşana serfiraziyê kirin. Polîsan jî bi gelek wesayetên zirxî gelek kuçe dorpêç kirin. 
 
Li gelek cihên Hezex û Silopiyayê bi beşdarbûna endamên partiyan çalakiya dengderxistinê û girtin û vekirina ceylanê hat lidarxistin. 
 
Li Êlihê jî saet di 20.00'an de çalakiya dengderxistinê û girtin û vekirina ceylanê hat lidarxistin.