HDP'yî îro wê li ber Şaredariya Amedê daxuyaniyê bidin

  • 09:18 23 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê, li dijî tayînkirina qeyûman  a li ser şardariyan wê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet di 11.00'an de daxuyaniyeke girseyî bide. 
 
Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûmên bi fermana Wezareta Karên Hundir li ser Şaredariyên HDP'yî berdewam dikin. Piştî 19'ê Tîrmehê ku qeyûm hatin tayînkirin li Amedê çalakiyên pirotestoyî hatin destpêkirin û bê navber berdewam dikin. Îroj jî di çarçoveya van çalakiyan de wê li Amedê ji aliyê gel ve çalakî bên lidarxistin.
 
Rêxistina HDP'ê ya Bajêrê Amedê îro saet di 11.00'an de wê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hat kirin daxuyaniyeke girseyî bide.