'Xaka me bihuşta jiyana me ye'

  • 09:06 23 Tebax 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Gundê Zormixarê yek ji gundê ku para xwe ji êrîş û gefên dewleta tirk girtiye. Li Gundê Zormixar ê Kobanê ku li pêşberî bajarê Cereblûsê ye, jiyan bi têkoşînê didome.
 
Gundê Zormixarê kevintirîn ji gundên Kobanê ye. Kes bi awayekî fermî dîroka avabûna gund nizane. Li gorî niştecihên gund dibêjin, ji demê desthiladariya Firansa heta niha li vî gundî mirov dijî. Li gorî mezinên gund dibêje wateya navê gund ji zorê, yanî zilmê hatiye. Di demê kevin de li vê herêmê çanda serdestiya beg û axayan hebû. Di wê demê de serdestan mal, milk û erdên xelkê bi zorê ji wan distandin. Ji ber vê sedemê navê gund bûye zor-mixar, zor ji zorê hatiye, mixar jî ji ber ku li gund şikeftên mezin hebûne, ji wir girtiye. Ji ber wê gundiyan gotiye Zormixar. Piştî ku dema axan û began xilas bû û şûnde gelê vî gûndî bixwe xwe bi rê ve dibin. Lê ji ber gund li ser sînor di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ye, gelek caran rastî êrîşên dewleta tirk hatiye û gelek caran gundiyan pê li mayînên dewleta tirk kirine û jiyana xwe ji dest dane. 
 
Gundê Zormixarê heta niha jî rastî topbaran û êrîşên dewleta tirk tê. Di dema êrîşên çetayên DAÎŞ’ê de jî gundî ji neçarî koçber dibin û gelek kes tên kuştin, birîndar dibin û dikevin destên çeteyên DAÎŞ’ê.
 
Erdîngarî û naveroka gund
 
Dema ku mirov berê xwe dide gundê Zormixarê bayekî hênik ji peravên çemê Firatê li rûyê mirovan dide. Jixwe ev gund bi av û şênkayiya xwe ya zêde bala mirovan dikişîne. Gund bi dîwarê şermê re yeke, gelek mal hema bi dîwar ve ne. Gund 33 km dikeve Rojavayê bajarê Kobanê û 1/km dikeve Rojhilatê bajarê Cereblûsê. Gundî debara xwe bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê dikin. Lê belê piştî lêkirina dîwar av li ser gund hatiye qutkirin û gundî weke berê nikarin çandiniyê bikin. Di gund de şeş eşîrên cuda bi hev re dijîn. Navê van eşîran wiha ne; Şêxan, Qortikî, Bêskî, Kêtikî, Cêsî û Xeracî ne. Her wiha di gund de Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Beriya êrîşên çeteyê DAÎŞ’ê  gund ji 300 malbatî pêk dihat. Lê piştî şerê sala 2014'an de gundî ji gund derketin û di encema şer de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî koçber bûne. Niha jî gund ji 30 malbatî pêk tê. Zormixarê yek ji gundê ku bi welatparêziya xwe tê nasîn e. Zarokên gund di nava şervanên YPJ, YPG û QSD’ê de cihê xwe digirin. Her wiha mezinên gund jî cihê xwe di nava xebatên rêveberiya xweser de digirin.
 
Berê jî gundî li sînor dihatin kuştin û di roja îro de jî heman xeteriyan dijîn û zeviyên xwe yên li ber dîwar jî nikarin biçînin. Di van demên dawiyê de jî gelek caran gund ji milê leşkerên tirk ve hatiye bombebarankirin û gule li gundiyan tên reşandin. Gundê ku berê kirîn û firotina tiştên xwe li bajarê Cerablusê dikirin, êdî niha nikarin ber bi bajêr ve gavekî jî biavêjin. Piştî dewleta tirk ket Cerablûsê şûnde ji ber ewlehiyê gundî êdî neçûn Cerablûsê. Her tim leşkerên dewleta tirk gund bombebaran dikirin heta niha jî car caran guleyan davêjin şêniyan. Ji bo em vî gundî baştir nas bikin jinên temenmezin ên gund ji ajansa me re axivîn û gund dan nasîn.
 
'Zormixar bi şînkahiya xwe xweş e'
 
Zehîde Mihemed ya ji gundê Zormixarê ye û  70 salî ye wiha behsa gundê xwe dike: "Gundê me bi ava xwe xweş dibe. Em li ser avê kar û çandiniyê didin meşandin. Berê gundê me hîn xweştir bû ji ber ku gel ji her derê dihate gundê me û vir dibû cihê seyrangehê.  Ji ber ku cihekî ava wê zêde bû her kesî dixwest li vir bijî. Di dema berê de li vê derê desthiladariya began hebû û me hemûyan xizmeta began dikir. Di wê demê de kesî nedikarî li hember wan serî rake. Lê pişt re desthiladariya wan têk çû û êdî gelê li vir bû xwediyê erdê xwe. Piştî têkçûna beg û axayan êdî gel bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Niha jî em bi sîstema komînan dijîn. Di her hilbijartinê de hevserokên komînan tên guhertin û li şûna wan hinek din tên hilbijartin. Yanî em bi vîna xwe, xwe bi rê ve dibin."
 
'Em ê nehêlin axa me dagir bibe'
 
Zehîdê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di gundê me de em du netew bi hev re dijîn. Ji berê heta niha di navbera me û malbatên Ereb ên ku li vir in de tu pirsgirêk derneketine. Jixwe di çanda me de cîrantî tiştekî pîroz e. Weke gel tu caran me ferq û cudahî nekiriye navbera hevdu. Lê dewleta tirk dixwaze pêkhateyan ji hev cuda bike. Em berê jî bi hev re dijiyan em ê niha jî bi hev re bijîn. Wê dagirkeriya dewleta tirk nikaribe gelan ji hev qut bike. Ji niha û pê de jî em ê baştir bi hev re bijîn."