Gelê Herêma Firatê li dijî êrîşan meşiya

  • 08:39 23 Tebax 2019
  • Rojane
GIRÊ SPÎ - Gelê herêma Firatê mîtîngek bi dirûşma "Em weke gelê herêma Firatê bi yek dengî ji zihniyeta Osmanî ya nû re dibêjin na" li Kantona Girê Sipî li dar xist.
 
Ji bo tehdîd û kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelê herêma Firatê, bajarê Reqqa, Tebqa û Dêrezor beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîn ji qada taxa Iskanan dest pê kir heya konê mertalên zindî dom kir. Di meşê de alên Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriyê re" û "Bijî berxwedana gelê herêmê" hat hildan. Paşê meş veguherî mîtingê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. 
 
Her wiha li ser navê Kongreya Star ya Girê Sipî Peyman Aydin, li ser navê Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Sipî Hêvîn Ismail, li ser navê Herêma Firatê Enwer Muslim, li ser navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan Ebid, li ser navê Partiya Sûriyê Pêşe Roj Ibrahîm Qeftan, li ser navê Meclîsa Reqqa ya Sivîl Fehîd Kekecî û li ser navê Hêzên Leşkerî Ebo Xelef axaftin hatin kirin û xêrhatina tevahî gelê ku amade kirin û wiha gotin: "Hezkirina jinan bi axê re pir pîroz e ji bo wê dagirkeriya tirk bi yekitiya jinan dê tune bibe. Tu carî dewleta tirk nikare li hember hêrsa jinê bisekine. Îro em hemû gelê herêma Firatê ji dagirkeriyê re dibêjin na. Em ê bi yekitiya gelan êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala derbixînin. Heya kurdek li ser rûyê erdê hebe, em ê berxwe bidin. Bi dehan salan em çawa vir jiyana xwe dom dikin em ê hember hemû cureyên êrîşan jî jiyana xwe bidomînin û dev ji vê axê pîroz bernadin.  Peyama me em her tim aramî û aşîtiyê dixwazin. Wek mertalên zindî em peyamek ji Erdogan re dişînin 'Me soz da têkoşerên azadiyê û em ê sonda xwe pêk bînin" 
 
Mîtîng bi stranên Koma Behdînan û gerandina govendê bi dawî bû.