Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran bi dawî bû

  • 17:23 22 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya rûniştinê ya li hemberî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat destpêkirin bi dawî bû. 
 
Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm a şûna hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê hatine destpêkirin îro jî dom kir. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay û parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê û gelek welatî li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê des bi çalakiya rûniştinê kiribûn, dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Parlamenterên HDP'ê piştî ku tevlî daxuyaniya li ber Plaza AZC'ê hat dayîn, bûn, careke din vegeriya Kolana Lîseyê û çalakiya xwe ya rûniştinê, berdewam kirin. Dorpêça polîsan a li derdora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê didome û 4 kuçeyên ku dertên Kolana Lîseyê ya ku parlamenter lê çalakiya rûniştinê pêk tînin jî bi bariyerên polîsan hatin girtin. Welatiyên ku dixwastin bariyên polîsan derbas bikin û tevlî çalakiyê bibin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên  ku li kuçeyên navberê tên rawestandin bi tilîlî û çepikan piştgirî dan çalakiye.
 
Çalakiya rûniştinê bi dirûşme, tilîlî û çepikan hat bi dawî kirin.