Ketin û derketina avahiya HDP'ê hat qedexekirin

  • 16:06 22 Tebax 2019
  • Rojane
EDENE - Çalakiya HDP'iyan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Polîsan nehiştin ku çalakî li avahiya partiyê û li qada bajêr bê li dar xistin. 
 
Li Edeneyê, polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwest li dijî tayînkirina qeyûman li Qada 5'ê ocakê li dar bixe, asteng kir. Destûr nedan welatiyên li benda çalakiyê bûn û li qadê çay jî vedixwarin jî û ew ji qadê derxistin. Welatiyan bertek nîşanî polîsan da û ev tişt gotin: "Hûn mafê me yê herî demokratîk asteng dikin. Hûn nikarin asteng bikin. Digirin bigirin, Em vê tevgera we şermezar dikin. Hûn bêhngirtina me jî asteng dikin. Vaye demokrasî, vaye hiqûq. Hûn dilmê dikin. Em nikarin zilma we temûl bikin."
 
Ji ber ku destûra çalakiyê nehat dayî, HDP'î derbasî avahiya xwe ya bajar bûn. HDP'î dema ku xwest li ber derê avahî xwe daxuyanî bidin, polisab bi barîkatin pêşiya wan girt û destûr nedan li vir jî çalakiya xwe li dar bixin. Serokê HDP'ê yê Bajar Mehmet Masûm Erîg diyar kir ku biryara qeyûm û qedexekirinê neheq û bêhiqûqî ye. Polîsan ketin û derketina avahiya HDP'ê qedexe kir û destûr neda ku kes bikeve avahî û derê. Her wiha polîsan welatiyên li derdora avahiyê jî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.