Li dijî tundiya li ser jinê Kongreya Star daxuyanî da

  • 15:47 22 Tebax 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan a di bin navê namûsê de Kongreya Star û Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê, daxuyanî dan. 
 
Jina bi navê Lema Mihemed El-Rezic ku temenê wê 20 salî ye, ji ber sedemek ne diyar hatibû qetilkirin. Derbarê qetilkirina Lemayê de Kongreya Star û Rêxstina Sara, li Serêkaniyê, daxuyaniyek dan. 
 
Jin her tim bûye qurbana zihniyeta desthilatdar
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Serêkaniyê Selwa Mihemed ve, hat xwendin wiha hate gotin: "Di civakê de her jin bi navê namûsê  rastî qetilkirin û îstîsmara zayendî tên. Di civakan de sûcdar hember qetilkirina jinan nayên girtin û her dem tên dubarekirin. Jin her tim bûye qurbana zihniyeta desthilatdar û ji mafê xwe yê herî rewa bêpar hatine hiştin. 
 
Em hişmendiya desthilstdar qebûl nakin
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî Kongreya Star, jin xwedî têkoşîn û berxwedan e û hişmendiya desthilatdar qet qebûl nakin. Ew zihniyet dibe sedema qetilkirina derûniya jinê. Li hember qetilkirina jinan riya çareseriyê napejirînin. Jina bi navê Lema Mihemed El-Rezic ji ber sedemek ne diyar, hat qetilkirin. Em wekî Kongreya Star û Rêxistina Sara tundiya li dijî jinê qebûl nakin. Li hember qetilkirina jinan divê hemû jin asta têkoşînê mezin bikin û zihniyeta mêrê desthilatdar biguherînin û azadiya jinê û rêgirtina li ber qetilkirina jinan, mîsoger bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e jiyanê nekuje" bi dawî bû.