Ji 12 welatan 41 rêxistinên şoreşger tayînkirina qeyûman şermezar kirin
- 14:52 22 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Riseup4Rojava ku zêdeyî 40 rêxistinên ji gelek welatan di nav de hene, nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'î da.
Riseup4Rojava ku platform û kampanyayeke navneteweyî ye ji 41 rêxistinên demokratîk û şoreşger ên ji 12 welatan pêk tê. Riseup4Rojava bi bîr xist ku di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin û bi sedan kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa ku li HDP'ê hatiye kirin nîşan dide ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê çiqasî lawaz e. Hewl didin her dengekî rexne dike bêdeng bikin. Nikarin destûrê bidin ku rexne li wan bê kirin. Divê alternatîf nebe. Ji ber ku ev yek tê wateya têkçûna wan. Lê belê em bi rastiyê zanin. Berxwedana li Kurdistanê wê di demeke kurt de bibe gor ji Erdogan re."
Platforma ku ji 41 rêxistinên demokratîk û şoreşger ên ji 12 welatan pêk tê wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: "Em li pişt hêzên li dijî faşîzmê ne. Têkoşîn divê li her eniyê bê domkirin. Li nava Tirkiyeyê û li welatên Ewropayê, li bajarên mezin. Em hemû komele, hikûmet û tifaqên piştevaniya dewleta Tirk a faşîst dikin şermezar dikin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo aştiya li Kurdistanê, ji bo paşeroja bi ewle ya şoreşa li Rojava. li her welatî li dijî fazîşmê em ê têbikoşin."