Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê li dijî zordestiyê têkoşîna xwe bilind bikin

  • 14:24 22 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê şermezar kirin û got: "Li hemû qadên jiyanê polîtîkaya şer tê meşandin. Lê em tu carî zordestiyê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Bi biryara Wezareta Karê Hindurin Hevşaredarên Şaredariya Bajarên Mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê ji peywîrê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Platforma Jinan a Enqereyê li Yekîtiya Mulkiyelîlerê civîna çapemeniyê li dar xist û biryara wezaretê şermezar kir. Di salona ku civîna çapemeniyê hat lidarxistin de pankarta 'Nikarîn qeyûmê tayînê vîna jinê bikin' hat daliqandin.
 
Li ser navê platformê Îlke Işik daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî hemû qadên jiyanê polîtîkayeke şer tê meşandin û wiha hat gotin: "Dema nijadperestî û zayendperestî derdikeve asta herî jor di serî de êrîşê destketiyên jinê dikin. Jina ku bi têkoşîn û berxwedanê gelek tiştên ku bi dest xistî ji holê tê rakirin. Taciz, tecawîz û şîdeta li hemberî jinê meşrû tê dîtin. Dixwazin jiyaneke serdestiya mêr heyî xûrttir bikin."
 
Îlke, di axaftina xwe de bal kişand ser ji peywîrgirtana hevşaredarên Wan, Amed û Mêrdinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Avahiyên şaredariyê ji hêla polîsan ve hatin dagirkirin. Di opersyonên hemwext de bi sedan kes hatin binçavkirin. Hevşaredarên ku di hilbijartinên 31'ê adarê de bi vîna gel hatî hilbijartin li dijî qanûnê ji peywîrê hatin girtin. Heke carek din şaredarî teslîmê qeyûman bikin dê carek din nelerêtî derkevin holê. Li Amedê seroka Daîreya Xizmetên Jinan ji peywîrê hat girtin û hat binçavkirin. Em wekî platforma jinan em zordestiyê qebûl nakin. Jin her tim li dijî polîtîkayên şer li ber xwe dan. Em bang li sazî, sendîka, rêxistin û partiyên siyasî dikin û dibêjin têkoşîna xwe mezin bikin. Li dijî pergala qeyûmê dengê xwe bilind bikin."