Çalakiya mertalên zindî di roja 34'an de didome
- 13:11 22 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên Mertalên zindî li gundê Qeremux yê Rojhilatê Kobanê di roja 34'an de dewam dike.
Li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên zindî di 17'ê tîrmehê de li gundê Qeremux ê Rojhilatê Kobanê dest bi çalakiya xwe kirin. Çalakî di roja 34'an de bi nobeta Meclisa Kantona Kobanê bi hemû Komîte û şaredariyên xwe ve dewir girtin. Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), pêkhateyên Kantona Girê Spî û serokên eşîran serdana mertalên zindî kirin û piştgirî dan berxwedana wan.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrawanên azadiyê, li ser navê PYD'ê ya Kantona Girê Spî Mustefa Muslim axivî û wiha got: "Em îro ji vir peyama xwe ji tevahî cîhanê re dişînin, gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin ji ber ku em xwediyê vê herêmê ne. Me ev herêm bi xwîna zarokên xwe rizgar kiriye û ji bo aramî û aşîtiya vê herêmê berxwedan kiriye."
Her wiha li ser navê Turkmenên Girê Spî Xelîl Ebdo Elkerîm û li ser navê êşîreyên Ereb ên navçeya Silûk a Girê Spî Elî El-Xebîn axivîn û wiha gotin: "Em ji dewleta tirk re dibêjin hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriya te qebûl nakin. Îro em piştgiriya mertalên zindî yên Kantona Kobanê dikin û em ê bi yekîtiya gelên herêmê bi ser bikevin."