Baro tundiya polîsan dibe darazê
- 13:06 22 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Baroya Amedê tundiya polîsan a li dijî welatiyan wê bibe darazê. Baro wê têkildarî tundiya polîsan a li dijî welatiyan bikar tîne li dozgeriyê serlêdana sûc bike.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kir û gel li dijî tayînkirina qeyûman 3 rojan bertekên xwe li kolanan tînin ziman. Polîs li dijî daxuyanî û nerazîbûnên gel bi ava şit, bombeyên gazê, guleyên plastîk, copan tundiyek dijwar pêş dixe. Gelek welatî rastî lêdana polîsan hatin û birîndar bûn. Baroya Amedê li dijî tuniya polîsan a li dijî welatiyan ji bo polîsên bersûc bên darizandin wê li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc bike.
Baroyê diyar kir ku Wezîr di 19'ê tebaxê de li Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm tayînî vîna milyonan kiriye û vîna milyonan a hilbijartinê hatiye îhlalkirin. Baroyê destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û wekî darbeya li dijî vîna gel pênase dikin. Baro da zanîn ku girseya ku mafê xwe yê meş, xwepêşandan û daxuyaniyan ên ji aliyê Qanûna Bingehîn ve hatiye parastin li kolanan bikar aniye û rastî tundiya polîsan a dijwar hatiye.
Baro destnîşan kir ku girsê mafê xwe yê van çalakiyên rewa û demokratîk ku dûrî tundiyê ye bikar aniye û rastî tundiya polîsan hatine. Baro destnîşan kir ku ev tundiya polîsan di vîdeoyên di medya civakî hatin parvekirin de jî tê dîtin. Baro herî dawî destnîşan kir ku wê li dijî vê tundiyê û îhlala mafên mirovan serlêdana sûc bikin.