Parlamenteran li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kirin

  • 12:11 22 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Bi sedan welatiyên ku parlamneter jî di nav wan de hebûn li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hat kirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Çalakiyên Şermezarkirina qeyûm ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin û Hevşaredar Adnan Selçûk Mizrakli ji peywirê girtin berdewam dikin. Bi sedan welatiyên ku di nav wan de parlamenterên HDP'ê Musa Farîsoglular, Dersîm Dag, Remziye Tosun, Feleknas Uca û Dilşad Canbaz jî hen li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  li Kolana Lîseyê herdest bi çalakiya rûniştinê kirin.  
 
Herwiha wê HDP jî li ber AZC Plaza ya ku li semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê ye jî daxuyaniyeke girseyî ji çapemeniyê re bide.