Piştgiriya ji bo kampanyayê berfireh dibe

  • 11:53 22 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan di çarçoveya kampanyaya "Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin û azad bibin" xebatên xwe didomînin. Heta niha bi hezar kesî bi rêya medyaya civakî piştgirî da kampanyayê.
 
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava bi navê “Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin û azad bibin” di 27'ê tîrmehê de dabû destpêkirin didome. Kampanya bi beşdarbûna jinên kurd, fars, ereb, belûc, azerî, mazenî, gîlekî û lor wê berdewam bike. Ev kampanya bi riya torên civakî yên wekî fecebook, instagram û telegramê ve tê meşandin. 
 
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û li Herêma Federal a Kurdistanê zêdetirî hezar kesî beşdarê kampanyayê bûn. Her wiha ji bilî jinan mêr jî beşdarî kampanyayê dibin. Her yek bi awayê bi dîmen, deng, wêne û nivîs piştgiriya xwe destnîşan dikin. Her kes bi awayekî cuda li ser torên civakî piştgiriya xwe aşkere dikin. Her wiha hinek jin qala nebûna maf û bêrêziyên sîstema Îranê dikin.