Ayşe Acar Başaran: Ne TOMA û ne jî gaza we têra bi milyonan dike!

  • 11:52 22 Tebax 2019
  • Rojane
ANKARA - Berdevaka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran bang li AKP'ê kir û wiha got: "Ji bo ku hûn şaredariyên me ji alîgirên xwe re pêşkêş bikin we dest danî ser wan. Lê li her santîmeke van şaredariyan ked û xwêdana eniya bi milyonan mirov heye.  Ne Gaza we û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan kesên ku we keda wan xesp kiriye dikin."
 
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tundiya polîsan a li dijî xwepêşandanên demokratîk û aştiyane didome. Ayşe bal kişand ser êrîşa giran a li dijî gel û parlamenteran û got, "Li Mêrdînê lingê sivîlekî ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Li Wanê polîsan bi pihîn, kask, ço û maseyê hewl da çalakgerekî bikujin."
 
'Kesên mafên xwe yê demokratîk bi kar anîn bûn hedef'
 
Ayşe bi bîr xist ku li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Mûgla, Edene, Mersîn, Enqere û gelek bajarên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê mirovên ku mafên xwe yên demokratîk ên şermezarkirinê bi kar tînin dibin hedefa tundiya giran a polîsên tirk û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide desthilatdariya AKP-MHP'ê çiqasî neçar maye û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo sûcê xwe yê desteserkirina şaredariyan binixumîne hîn bêhtir êrîşkar tevdigere."
 
'Keda bi milyoan mirov heye'
 
Ayşe bal kişand ser tundiya AKP'ê ya li ser gel û wiha berdewam kir "Ev tundî, bêhiqûqî û êrîşkarî ne ya qebûlkirinê ye. Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin. Em ji desthilatdariya AKP'ê re dibêjin: Li her santîma şaredariyên me ku hûn pêşkêşî alîgirê xwe dikin, keda bi milyonan mirovên me heye. Ne TOMA'yên we ne jî gazên we yên îsotê têrê dikin ku li dijî bi milyonan mirovî bi kar bînin.
 
Ev kîn, nefret, zilma ku hûn li hilbijêrên HDP'ê, li Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin wê zûtir dawî li îktîdara we bîne."