Li Fransa, Elmanya û Swîsreyê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin

  • 10:32 22 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransa, Elmanya û Swîsreyê bi çalakiyên cuda tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Mêrdin û Wanê hat şermezarkirin. Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Morgan Ortagûs got ku ji dûrxistina hilbijartiyan û bicihkirina nehilbijartiyan li şûna wan timî cihê fikaran e. 
 
Li bajarê Bellîzona yê Kantona Tîcîno ya Swîsreyê, li Saarbrûckenê ya Elmanyayê, li Parîsa Fransayê tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Morgan Ortagûs diyar kir ku dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e.
 
Li ber şaredariyên Parîsê çalakî hatin lidarxistin
 
Li Parîsa Fransayê jî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên herêmê hatin şermezar kirin. Çalakiyên ku li Parîsê li pêşiya şaredariyan pêk hat. Li Vîllîers le Bel ku yek ji banliyoyên Parîsê ye, nûnerên saziyên Kurdan serdana şaredariyê kirin. Li ber avahiya şaredariyê çalakiyeke protestoyî ya sembolîk li dar xistin. Şaredar Marsac jî çalakger pêşwazî kir û diyar kir ku tayînkirina qeyûman helwesteke li dijî mafên mirovan e, di nava rêbazên demokratîk de helwesteke wiha ti carî nayê qebûlkirin. Çalakiyeke din jî li ber avahiya şaredariya Mantes La Jolîe pêk hat. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy dosyayek radestî rayedarên şaredariyê kirin ku pêşkêşî şaredar bikin. Li Evry jî bi beşdariya nêzî sed kesî meşeke protestoyî pêk hat. Çalakger heta Şaredariya Grigny meşiyan û piştre dosyayek pêşkêşî şaredar kirin. Desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Fransa Parîsê û derdora wê li pêşiya şaredariyan bi çalakiyan hate şermezarkirin. Li Vîlleneûve Saînt Georgesê jî bi beşdariya bi sedan kesî li ber avahiya şaredariyê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran der barê mijarê de dosyayek pêşkêşî rayedarên şaredariyê kirin.
 
Li Swîsreyê meş hat lidarxistin
 
Li Bajarê Bellîzona yê Kantona Tîcîno ya Swisreyê gel bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê heta Parlamenta Kantonê ve meşiya. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Kesên ku tevlî meşê bûn da zanîn ku heta qeyûm ji herêmê bên derxistin wê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Li Elmanyayê belavok hatin belavkirin
 
Li Saarbrûckenê ya Elmanyayê tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi tevlêbûna bi sedan kesî li Sankt Johanner Marktê, li ber şaredariya Saarbrûckê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de bang li şaredar û endamên meclîsê yên Saarbrûckenê hate kirin ku piştevanê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. 
 
Berdevka Wezareta Karên Dervê ya DYE'yê: 'Divê li gorî pîvana demokrasiyê tevbigerin
 
Rêveberiya DYE'yê der barê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'î de diyar kir, ew alîgirin ku bi Kurdan re di têkiliyê de nêzîkatiyeke 'xweşbînî' bê nîşandan. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Morgan Ortagûs diyar kir ku dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e. Morgan ji çapemeniyê re axivî û got: "Dûrxistina hilbijartiyan û bicihkirina nehilbijartiyan li şûna wan timî cihê fikaran e. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û xweşbînî bê çareserkirin. Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pîvana demokrasiyê vê meseleyê çareser bike û bi Kurdan re di têkiliya xwe de her tim bi xweşbînî nêzîk bibe."