Ji 'Kursiya Azad' peyama em li dijî qeyûman bêdeng namînin
- 10:30 22 Tebax 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê li dijî qedexeya walîtiyê ya ji bo çalakiyan ji aliyê Baroya Îzmîrê ve "Kursiya Azad" hat avakirin û ji kursiyê peyama gelê Amed, Wan û Mêrdînê yê li dijî qeyûman di çalakiyê de ye ne tenê ye hat dayîn.
Piştî tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariyên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Bajarên Mezin; Amed, Wan û Mêrdînê, li Îzmîrê jî ji bo 10 rojan çalkiyên ku divê bên kirin hatin qedexekirin. Baroya Îzmîrê li dijî qedexeyê "Kursiya Azad" ava kir. Serokê Baroyê Ozkan Yuce ku axaftina vekirinê ya kursiyê kir, diyar kir ku tayînkirina qeyûman li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê dij hiqûqî ye. Ozkan Yuce anî ziman ku vekirina kursiyê ji bo her kes bikaribe bi awayê azad gotina xwe bîne ziman e.
'Jin wê li dijî darbeya qeyûm kolanan tijî bikin'
Endama SKM'ê Dîdar Gul jî diyar kir ku jin bi têkoşîn û bi rêxistinkirina xwe li Tirkiyeyê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de aliyê ku herî baş eniya sêyemîn di parêzin e. Dîdar wiha berdewam kir: "Me hilbijartina rêveberiyên herêmî li dû xwe hişt. Ji me re hatibû gotin ku piştî hilbijartinê em ê bi rêya qeyûman van şaredariyan careke din ji we bigirin. Lê li gel van zextan me îradeya xwe danî holê û me hevşaredarên xwe hilbijartin.Ev êrîşa li dijî hevşaredarên jin e. Wê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin."
Divê qeyûm hesabê lêçûna kur kirine bidin
Seroka EMEP'ê ya Bajêr Emîne Uyar jî diyar kir ku li gel derbarê hevşaredaran de tu lêpirsîn tune ye ji peywirê hatine girtin û anî ziman ku lêpirsîn hebe jî divê qeyûm nehata tayînkirin. Tişta qeyûman di serdema berê de kir li ber çavên her kesî hat raxistin û wiha berdewam kir: "Qeyûman hîna hesabê lêçûna ku kirine nedane. Lê li gel vê jî rejîma yek mêrî careke din îradeya gelan xesp kir. "
Piştî girtina kursiyê Plîsên TEM'ê nasnameyên axaftvanan kontrol kirin.