Jinên qadan terk nakin: Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin

  • 09:16 22 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Jinên ku li dijî biryara tayinkirina qayim a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sê roj in li qadan in wiha gotin:"Bi van qayiman dixwazin tola Stenbolê ji me bigirin. Ew çi bikin bila bikin em ê li îradeya xwe xwedî derkevin. Heta em bigihêjin armanca xwe em ê qadan terk nekin."
 
Di 19'ê Tebaxê de bi biryara Wezareta Karê Hundur qayyim tayinî Şaredariyên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Piştî ku qayyim hat tayinkirin şûnde jin, ciwan, rûsipî hemû derketin qadan. Gotina ku gel kir jî ev bû, "Em ê li îradeya xwedî derkevin. Em qadan terk nakin". Gel li îradeya xwe xwedî derdive û polîs jî li dijî gel mudaxeleyên tund dikin. Jinên ku ev sê roj in li qadan in bertek nîşanî biryara qayim dan. 
 
'Îcrata wan a yekem ne xizmet bû, serşo çê kirin'
 
Fatma Yildiz a ku ev sê roj in qadan terk nake wiha got:"Dengê me namûsa me ye. Heta em paşve bigirin em ê li qadan bin. Ne dibêjin jin ne dibêjin zarok, bi avê, îsotê, copan êrîş dikin. Roja berê jinên li qadan birîndar kirin. Îcrata wan a yekem ne xizmet bû, serşo çê kirin."
 
'Bêriya şêraniyê kirine'
 
Kudret Aslan jî diyar kir ku ew li dijî tayinkirina qayyima ye û wiha got:"Me bi zor û zehmetiyê şaredariya xwe qezenc kir. Hatin li ser keda me rûniştin. Em ê heta xwe dilopa xwîna xwe ya dawiyê li qadan bin. Tayinkirina qayiman ji bo me heqaret e. Cîhan jî li vê heqaretê temaşe dike. Îcrata qayim a yekem serşok çêkir û şêranî xwar. Hemû kesên bi şeref divê piştgiriyê bide me."
 
'Em ê îradeya xwe teslîm nekin'
 
Meryem Soylu got:"Armanca tayinkirina qayiman ew e ku zilmê li me bikin. Ew ê heta kengî ev zilim bidome? Bila hemû kes derkevin kuçeyan û li îradeya xwe xwedî derkevin. Ji ber hincetên eletewş qayiman tayin dikin. Her dem êrîşî gelê Kurd dikin. Lê gelê Kurd dê serî netewîne. Em ê îradeya xwe teslîm nekin."
 
'Tola Stenbolê ji me digirin'
 
Ayten Koyukaya jî wiha got:"Heta em bigihêjin armanca xwe em ê li îradeya xwe xwedî derkevin. Dibêjin em ê xizmetê bikin. Me xizmeta wan dît. Wan tenê xizmet ji alîgirên xwe kirin. Bêriya xwarinê kirin loma paşve hatin. Diyar e ku wan bêriya qedayifên bi fistiq kirine. Tola Stenbolê ji me digirin. Lê ew çi dikin bila bikin ew nikarin bi îradeya me."