'Ev berdawamiya dijminahiya jinan e'

  • 09:14 22 Tebax 2019
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Parlamenterên HDP’ê bersiv dan wezîrê Karê Hundir Sulyeman Soylu ku pergala hevserokatiyê ya ku mekanîzma der barê wekheviya jin-mêr de ye hedef girt û wek ‘çalakiya ku sûc ava dike’ bi nav kir wiha gotin: “Ev dijminahiya jinan e. Ev nîşaneya zîhniyeta yekperest û serdestiya mêr e.”
 
Bi biryara Wezareta Karê Hundir  ji bo şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm hat tayînkirin û berxwedana li dijî qeyûman didome. Li her çar alî welat li dijî bloka AKP-MHP’ê hêzên demokrasiyê bûn yek û ji bo gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku pergala hevserokatiyê hedef digire jî bersiv dereng neman.
 
Parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Çoşkun, da zanîn ku li herêmên Kurdan cara duyemîn bi polîtîkayên qeyûm re hatine rû hev û got: “Di hilbijartinên 2014’an de jî di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî gelê me îradeya xwe nîşan da. Hevşaredarên me bi rêjeyek mezin a dengan hatin hilbijartin. Lê mixabin bi talîmata wezareta karê hundir re, dîsa qeyûm hatin tayînkirin û îradeya gel hat xespkirin. Ev di heman demê de darbeya siyasî ye. Bi hincetên cuda, hewl didin vê manîpule bikin. Em tu car vê qebûl nakin.
 
‘Hevserokatî di rêziknameya partiya me de cih digire’
 
Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên wezîr Suleyman Soylu yên ku pergala hevserokatiyê hedef digire û wiha pê de çû: “Soylu gotinên ku hevşaredarên me hedef digire anî ziman û di esasê de jî ev pergala hevserokatiyê hedef digire. Pergala hevserokatiyê di rêziknameya partiya me de cih digire. Ev mafekî qanûnî ye. Di vir de yên esas hedef hatine girtin hevşaredarên me yên jin in. Çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên xwe bi dest wan ve bernedin.”
 
‘Aşkere ye ku AKP nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe’
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmaya desthilatdariyê her tim di pozîsyona ku hilbijartinan manîpule bike de ye û wiha pê de çû: “ Em bi desthilatdariyeke ku her tim rojevê bi hilbijartinê mijûl dike, lê tu car encamên hilbijartinê qebûl nake re, tên rû hev. Ev demek dirêj e ne tenê li hember hilbijartinan li hember hemû qadên jiyanê binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di rewşa niha de ez wisa dibînim ku AKP demên xwe yên dawî dijî. Aşkere ye ku AKP êdî bi krîzê nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe.”
 
‘Hewl didin demokrasiyê tune bikin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî, rewşa hevşaredarên ji peywirê dûr hatine xistin wek darbeya qeyûm nirxand û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî tenê darbeya leşkerî tune ye û niha em bi darbeyek sivîl re rû bi rû ne. Bi qeyûman re darbe li demokrasî, hiqûq û edaletê hatiye xistin. Yanî ev rewş ne tenê gelê Kurd hemû gelan eleqeder dike. Ji ber ku li cihekî îradeya gel tune bê hesibandin û qeyûm bê tayînkirin di esasê de nîşan dide ku hewl tê dayîn demokrasî bê tunekirin. Ji xwe ji zûde ye li Tirkiyeyê demokrasî ji xwe tune bû. Hiqûq hatiye rawestandin. Desthilatdariyê ji xwe beriya hilbijartinê jî ev gotin bi kar dianî û digot ‘hûn dengan bidin jî em ê qeyûm tayîn bikin.’Ev ne tenê ji bo şaredariyên HDP’ê ji bo hemû şaredariyan mijara gotinê ye. Ev îro li van deran hatiye destpêkirin lê dikare li Stenbol û Enqereyê jî pêk bê.”
 
‘Em bibin yek em dikarin bêjin ‘bes e’
 
Zuleyhayê banga têkoşîna yekbûyî kir û wiha dewam kir: “Divê li dijî vê em bi hev re têbikoşin. Çawa ku me berê li dijî pêkanînên dijdemokratîk got ‘bes e’, me li dijî hilbijartinên Stenbolê gotina xwe kir yek, bang li hemû kesî dikim ku li dijî bloka AKP-MHP’ê sekna xwe nîşan bide. Em bibin yek em ê li dijî vê polîtîkayê bikaribin bisekinin.”
 
Her wiha Zuleyhayê balkişand ser gotinên Suleyman Soylu jî û wiha got: “Hewl dide pergala hevserokatiê îlegalîze bike. Pergala hevserokatiyê bi têkoşînê hatiye bidestxistin. AKP ji xwe hewl dide darbeyê li destkeftiyên jinan bixe. Qanûnên têkoşîna bi şîdeta li ser jinê radike, hewl dide Peymana Stenbolê ji holê rake. Hewl dide mafê nefeqeyê ji holê rabike. Ligel vê daxuyaniyên dijberê pergala hevserokatiyê dike. Jin tune tên hesibandin. Jin her tim li plana dawî tê girtin. Pergala hevserokatiyê mekanîzmayeke ku wekheviya jin û mêr diparêze ye. Pergaleke ku hemû cîhan hewl dide mînak bigire ye. Hedefa ewil a polîtîkayên qeyûm destkeftiyên jinan e. Mêr anîn midûriyetên jinan. Hevşaredarên jin hatin girtin. Xebatkarên yekîneyên jinan bê kar man. Stargeh û navendên jiyanê hatin girtin. Li hember jinan darbeyek mijara gotinê ye. Divê em jin li dijî van polîtîkayan sekna xwe nîşan bidin.”
 
‘Nîşaneya zîhniyeta yekparêz e’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi lêv kir ku wezareta karê hundir dîsa axaftineke xwe ya antîka li hember jinan, kiriye û wiha pê de çû: “Ji zîhniyet û pratîka wezareta karê hundir ji xwe tiştek nayê payîn. Li dijî pergala hevserokatiyê bûyîn, tê wateya dijminahiya li hember jinan. Em bi pergala hevserokatiyê nûneriya wekhev pêk tînin. Îtîraza li hember pergala hevserokatiyê, zîhniyeta serdest a mêr e.”