'Li dijî lîstikên pergalê ‘rajêr nemîne, azad be’
- 09:01 22 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Kampanyaya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî asîmîlasyon, fuhuş û bikaranîna hişbirê bi navê ‘Rajêr nemîne azad be’ dabûn destpêkirin didome. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berîtan Yaşar bang li ciwanên Wanê kir ku li dora kampanyayê bibin xelek.
Li bajarên herêmê di demên dawî de bi awayekî sîstematîk polîtîkayên fuhuş, bikaranîna hişbirê û asîmîlasyonê tên meşandin. Jin li dijî van polîtîkayan di meclîsên ciwanan yên HDP’ê de xwe rêxistin dikin. Kampanya ‘rajêr nemîne azad be’ ya nêzî du meh berê hatiye destpêkirin, li Wanê bi çalakî û bernameyan didome.
‘Li dijî cureyê zextê, têkoşîne’
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berîtan Yaşar, kampanya bi navê ‘Li dijî asîmîlasyon, şer û zextan, şer e destpêkirine’ vegot û got kampanya pêngav bi pêngav tê meşandin û wiha pê de çû: “Me turnuvaya futbolê pêk anî. Armanca me ev e ku jinên ciwan bi rihê tîmê bên cem hev, em nîşan bidin ku futbol ne tenê spora mêran e, jin jî dikarin bilîzin. Armanca me ev bû ku bi vê wesîleyê em gotinên zîhniyeta serdet ya mêr û tevgeran ji holê rabikin.”
‘Ciwan di hedefa polîtîkayên ji rêderxistinê de ne’
Berîtanê destnîşan kir ku yek ji bajarên sereke ku ev polîtîkayên şerê taybet lê tê meşandin Wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Wanê zêdebûna hişbir, fuhuş û asîmîlasyonê an jî di bin navê jiyana civakî de ji rê derxistin ne tesadufiye. Ev polîtîkayeke bi zanebûn belav dibe ye. Bi taybet jî valahiyên mirovên di salên 90’î de koçber bûne ya di alî aborî û manevî de tê bikranîn.”
‘Hişbir herî zêde li kafeyan tê firotin’
Berîtanê daxuyakirin ku ciwanên HDP’ê van polîtîkayên bi awayekî sîstematîk tên meşandin dizane û got: “Ev polîtîka şerekî topyekune. Pêngava me li dijî vê şerî, parastine. Armanca me ev e ku ciwan ji van polîtîkayan agadar bin, li dijî asîmîlasyon, ji rêderketinê, hişbirê, xwe rêxistin bikin. Li Wanê ciwan bi taybet li kafeyan van madeyan dibînin. Li Wanê kolanek bê kafe tune hema hema. Ev kafe azadiyên zexte pêşkêşî ciwanan dikin. bikaranîna alkolê, cigarê, hişbirê ne azadiye.”
‘Bila ciwan pêşa azadiyên sexte berdin’
Berîtanê îfadeyên wekê ‘li Wanê enerjiyeke mezin a ciwanan heye’ bikaranî û got: “Ciwanên em xwe digihîninê gelek jîr û bi mereqin. Potansiyeleke ciwana a girêdayê çanda xwe hene. Em li dijî hemû polîtîkayên pergalê jiyaneke azad rêxistin dikin. Bila ciwan tenê pêşa azadiyên sexte berdin. Li dijî van polîtîkayan potansiyel û hêza me ya ku em têbikoşin heye.”