ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2019'AN
- 09:00 22 Tebax 2019
- Rojev
*Kampanyaya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî asîmîlasyon, fuhuş û bikaranîna hişbirê bi navê ‘Girêdayê nemîne azad be’ dabûn destpêkirin didome. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berîtan Yaşar bang li ciwanên Wanê kir ku li dora kampanyayê bibin xelek. BI DÎMEN
*Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Uyar tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û da zanîn ku muxalefet divê wek hevparbûna di sindoqan de li dijî qeyûman jî bibe yek. BI DÎMEN
*Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Silêman, tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û got: "Dixwazin hêza gel têk bibin. Lê em jî dê bi berxwedana Gelê Kurd bi ser kevin." BI DÎMEN
*Li Bakur li 3 bajaran; Şaraderiya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê ku bi îrade gel hatibûn hilbijartin ji aliyê hikûmetê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin. Lê hikûmeta AKP bi dest danina ser şaredariyan da nîşandan ku îradeya gel nas nake. Li hemberî vê biryarê nêrazîbûna kurdan her diçe belav dibe.
*Mamosteyên KPC- D'ê ên ku tevlî meşa li dijî dagirkeriyê bûne axivîn û gotin: "Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanî û tekoşîna xwe bilind bikin." BI DÎMEN
*Parlamenterên HDP’ê bersiv dan wezîrê Karê Hundir Sulyeman Soylu ku pergala hevserokatiyê ya ku mekanîzma der barê wekheviya jin-mêr de ye hedef girt û wek ‘çalakiya ku sûc ava dike’ bi nav kir wiha gotin: “Ev dijminahiya jinan e. Ev nîşaneya zîhniyeta yekperest û serdestiya mêr e.”BI DÎMEN
*Jinên ku li dijî biryara tayinkirina qayim a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sê roj in li qadan in wiha gotin:"Bi van qayiman dixwazin tola Stenbolê ji me bigirin. Ew çi bikin bila bikin em ê li îradeya xwe xwedî derkevin. Heta em bigihêjin armanca xwe em ê qadan terk nekin."BI DÎMEN