Li Ofîsê êrîşî çalakgeran kirin: Gelek kes hatin derbkirin
- 17:04 21 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Piştî daxuyaniya ku li Amedê hat dayîn girseya tevli daxuyaniyê bû ji du hêlan ve dest bi meşê kir. Polîsan bi ava şid û copan êrîşî girseyê kir, parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin derbkirin.
Piştî daxuyaniya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca şermezarkirin qeyûman hat dayîn gelek kesên ku parlamenterên HDP'ê jî di nav de piştî çalakiya rûniştinê ber bi semeta Ofîsê ve dest bi meşê kirin. Piş re girse bû du parçe û yek ber bi semta Ofîsê ya Yenîşehirê ve meşiya yek jî ber bi Qda Dagkapiyê ve bi dirûşman meşiya.
Êrîşî geriseya ber bi Sûrê ve meşiya kirin
Koma ku li ji Dag Kapiyê ber bi Sûrê bi drûşmên "Amed ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve" meşiye piştî ku demekê meşiya li kolanan belav bû. Welatî û esnafan jî piştgirî da çalakgeran. Lê polîsan êrş kir û 5 kes binçav kirin.
Êrîşî girseya parlamenter di nav de kirin
Koma ku ber bi Ofîsê bi dirûşmên "Em bi berxwedanê bi ser kevin" , "Amed îradeya me ye" meşiya li ber Parka Anitê ji aliyê polîsan ve bi êrîşa ava şid re rûbi rû ma. Lê çalakgeran meşa xwe berdewam kir û li Semta Ofîsê careke din bi êrîşê re rûbirû man. Polîsan gelek kes bi copan derb kir. Bi dehan kes bi lêdanê binçav kirin û kirin wesayitên ji bo binçavkirinê hatin. Kesên ku hatin binçavkirin li ber çavên welatiyan ters hatin kelepçekirin.
Di vê navberê de parlamenterên DHP'ê ku hatin cihê çalakiyê; Meral Daniş Beştaş, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Feleknas Uca jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. Remziyet Tosun ji dest xwe çû.
Otobusa Şaredariyê bû wesayita binçavkirinê
Prlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî otobusa şaredariya HDP'ê ya ku ji bo binçavkirinê bi kar anîn da û got ku îcraeta qeyûm a yekem ew ê ku otobusa şaredariyê ji bo binçavkirinan bi kar tîne. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz a ku bertek nîşanî bikaranîna otobusê ji bo binçavkirinê da jî ji aliyê polîsan ve hat dafdan. Kesên ku binav kirin û kirin Otobusa Şaredariyê ji qadê dûr xistin.
Polîsên ku har bûn êrîşî rojanamegeran jî kirin
Rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî bûn hedefa polîsên ku har bûn, rojnameger Şehrîban Asaln, Berîtan Canozer, Lezgîn Akdenîz û Alî Koçer jî bûn hedefa wan, hatin derbkirin û bi binçavkirinê hatin tehdîtkirin.
Girse dest bi çalakiya rûniştinê kir
Kesên ku hatin binçavkirin ji qada çalakiyê hatin dûrxistin û girseya meayî li Ofîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Welatî jî li dora parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Remziye Tosun, Feleknas Uca, Salîha Aydenîz û Musa Farîsogulari kom bûn. Girseya ku kom bû piştre belav bû.