44 saziyên li Enqerê: Peşberî îradeya gel bi rêzdar bin

  • 16:43 21 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Li Enqereyê 44 partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî tayînkirina qeyûman a şaredariyan şermezar kirin û gotin: "Ev rê rêyeke xitimiye, rêya faşîzmê ye. Pêşberî îradeya gel bi rêzdar bin."
 
Li dijî biryara tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdin, Amed û Wanê bertek her ku diçe zêdetir dibe. Li Enqereyê 44 saziyên pîşeyî, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li Odeya Tabîban a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban Vedat Bûlût li ser navê saziyan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman a li sê bajaran di siyaseta nêz a Tirkiyeyê de deqeyek tarî ye û her wiha ev biryar biryareke siyasî ye.
 
Vedat, di daxuyaniya hevpar de destnîşan kir ku kes bi îradeya gel hatiye hilbijartin û wiha hat gotin: "Eger li Tirkiyeyê tevlîbûna li merasîmeke cenaze, li dawetekê zor û zehmet be hingî ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şerm e, wê weke şermekê li dîrokê bê nivîsandin. Têkbirina baweriya gelê herêmê ya bi demokrasiyê li dijî feraseta wekhevî, biratî û aştiyê ye. Di demokrasiyê de mijara sereke hurmeta li sazî û kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin e."
 
Di daxuyaniya ku Vedat xwendî de hat diyar kirin ku divê li hemberî qeyûman bêdeng nebin û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Bêdengiya li pêşberî tayînkirina qeyûman a li Amed, Wan û Mêrdînê tê wê wateyê ku sibê li Stenbol an jî devereke din qeyûm bê tayînkirin wê bê pejirandin. Ev rê rêya xitimandî ye, rêya faşîzmê ye. Em bang li rêveberên welat dikin ku dest ji van pêkanînan berdin û li pêşberî îradeya gel bi rêzdar bin."