Parlamenterên HDP'ê li Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- 16:30 21 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Parlamenter, hevşaredar û hevserokên HDP'ê yên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya protestoyî li dar xistin. Parlamenter, hevşaredar û hevserokên partiyê li dijî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakiyên şermezarkirinê ya derbarê tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Merdinê didomin. Li Wanê di roja xwe ya 3'yem de çalakiyên parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û welatiyan didomin.
Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum, Şevîn Coşkun, Tayyîp Temel, Huda Kaya, Fatma Kurtulan, Abdullah Koç, Mensur Işik û Habîp Eksîk, hevserokên HDP'ê ya bajêr Yadîşen Karabulak û Umît Dede û hevşaredar Mustafa Avci xwestin bimeşin li Parka Feqiyê Teyran û daxuyaniyê li vir bidin. Li Cadeya Meraşê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
Parlamenteran li dijî astengiya dest bi çalakiya rûniştinê kirin.