Mamosteyên li Şehbayê li dijî dagirkirinê meş li dar xistin
- 13:17 21 Tebax 2019
- Rojane
ŞEHBA - Di çarçoveya hemleya"Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin" bi dehan ji mamosteyên KPC-D a li gundê Til Qiraha Herêma Efrînê meşek li dar xist.
Bi peşengiya mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Herêma Efrînê, bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ’ê Têk Bibin" meşek ji destpêka Gundê Til Qirahê ya girêdayî Kantona Şehbayê dest pê kirin û heta qada dibistana gund domandin. Bi beşdarbûna xwendekar, sazî û meclîsên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve meş hat li darxistin. Di mêşê de dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Efrînê” hat berz kirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Şehîd ronahiya jiyanê ye", "Li Efrînê jin tên qetîlkirin", "Na ji dagikeriya Tirk li Efrînê" û "Em ê bi îradeya jina azad pergala Îmraliyê hilweşînin" hatin hilgirtin.
'Ji bo avakirina civakbûneke demokratîk têkoşîn'
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyaniya bi kurdî û erebî ji hêla Zahîde Memo ve hat dayîn. Di dawuyaniyê de wiha hat gotin: " Şoreşa Rojava û Gelê Bakurê Sûriyeyê ku ev 7 sal in di encama berxwedaneke mezin û bi hezaran birîndar û pakrewan, bi gelên cuda re xwe gihandin asta rizgarbûna fîzîkî û avakirina civakbûneke demokratîk."
Di daxuyaniyê de qala hevkarên êrîşkar hat kirin û wiha hat diyarkirin: "Êrîşa hegomanîk ya dewleta tirk û hevkarên wê zêdetir bûye û xwe mafdar dîtiye ku van kiryaran pêk bîne. Jinan jî dike armanc ku mînaka wê jî jinên Efrîn û Şengalê ne rastî tundiyê hatin, ev kiryarên bê mirovatî heya niha jî berdewamdike. Tê dîtin ku bi salane dev ji netewperstî û emperyalîzm ê bernedaye û tevî aligirên şer, pevçûn pêk tîne."
'Em ê rûmeta xwe biparêzin'
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin vegotin: "Em weke mamosteyên KPC-D ya Efrînê yên ku axa wan hatiye dagirkirin û niha di şertên zehmet û koçberiyê de berxwedana xwe berdewam dikin, ji raya giştî cîhanê û gelên demokrasîxwaz re rave dikin ku em hemû kiryarên dervayî mirovahiyê yên Erdogan û komên çeteyên girêdayî wî bi tundî şermezar dikin. Em ê li hemberî vê hovîtiyê rûmeta xwe biparêzin, em bang li hemû sazî û dezgehên mirovahî û hêzên cîhanê yên mafparêz dikin ku li kêleka Gelê Kurd û pêkhateyên Rojava bisekinin û rûmeta xwe biparêzin."
Meş bi dirûşma"Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.