Komîteya Perwerdê ya Qamişloyê gefên li ser Rojava şermezar kirin

  • 12:50 21 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komîteya Perwerdê ya Kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan û gotin: "Êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya mezinkirina DAIŞ'ê."
 
Bi armanca şermezarkirina gefên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komteya Perwedê ya Kantona Qamişloyê, daxuyaniyek da. Daxuyanî li dibistana Sîna a li Kantona Qamişloyê hat dayîn. Bi dehan mamosteyên Kantona Qamişloyê di nava daxuyaniyê de amade bûn, daxuyanî bi kurdî, erebî û sûriyanî hat dayîn. Metna kurdî ji hêla mamoste Hêvî Hibo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev 8 sal in, berxwedanek tê dayîn û 12 hezar şehîd, bi hezaran birîndar û 5 hezar gaziyên şer hene û li ser vê axa pîroz. Ev serkeftina mezin a li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê hatiye qezençkirin ya me bi xwe ye! Ev serkeftina ku li Kobanê dest pê kir û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye li ser navê hemû mirovatî hatiye qezençkirin. Ev serkeftin, serkeftina hemû Gelen Ereb, Tirkmen, Kurd, Sûryanî, Asûrî, Çeçen, Ermen û hemû gelên cihanê ye.
 
Ger ev yekîtî neyê ava kirin ev êşa ku em bi rojane dijîn bi saya dagirkeriyê tirkan de belavî çar aliyê cîhanê bibe. Ji bo xeyalên nîvço yên bi hezaran zarokên birîndar bûne, mirine û gazî mane bê temamkirin em ê li hemberî hemû êrîşên dijberî me bi zanebûna parastina cewherî ve bibin bersiv. Me çawa bi têkoşîna xwe DAÎŞ’ê têk bir! Em ê bi hevre faşîzmê jî têk bibin. Em dibêjin 'Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibin'. Werin têkoşîna jiyana azad a gelan û jinan ser bixin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî têkoşîna hevpar a gel û jinan, bimrê faşîzm, mêtîngerî û dagirkeriya Erdogan" bi dawî bû.