Kongreya Star: Li hemberî faşîzmê hêza xwe bikin yek

  • 12:40 21 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kirin.
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn yên bakurê Kurdistanê ku ji aliyê hukumeta AKP'ê  ve qeyûm tayînî wan hat kirin da û bang li hemû hêzên demokrasî û aşitiyê kir ku li hemberî faşîzma dagirkeriya desthilatdar hêza xwe bikin yek û li dijî vê qirkirina siyasî derkevin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Niha li ge bajarê Amedê, Wanê û Mêrdînê bi giştî êrîşeke mezin a dewleta tirk li ser Gelê Kurd, demokrasî û aşîtîxwazan heye. Êrîşî dayikan dikin, êrîşî aştiyê dikin û êrîşî banga dîrokî a rêber Apo dikin.  Ji ber ku emel û bazariyên xwe li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Suriyê nikarin bixin meriyetê ji bo wê jî li aliyekî êrîşî îradeya ge; şaredariyên gelên Bakur dike, li aliyê din jî êrîşên hewayî li ser heremên Başûr pêk tîne.  Hemû vev kiriyarên vê dewletê nîşaneya têkçûna wê ne. Ji bo wê jî beriya ku bikeve û têkbiçe, çi ji destê wan tê dikin. Bi tu awayî ev pêkanînên qirkirinê û dagirkeriya li ser îradeya gel nayê qebûlkirin û li hemberî van pêkanînan wê gel tucarî serê xwe netewînin û hertim di nava berxwedanê de bin.
 
Ev zihniyet êrîşeke li hemberî îradeya jinê ye
 
Ev du roj in, li ser îradeya gelê Bakurê kurdistanê bombeyên gazê dibarînin û bi panzeran êrîş dikin. Ev yek tunehesibandina îradeya gelê Kurd û biloka demokrasiyê ye. Tayînkirina qayûman û operasyonên qirkirina siyasî li ser hevşaredar û gelê bakurê Kurdistanê dij demokrasiyê nîşan didin. îradeya gel a ku di sindoqên hilbijartinê de derketine holê, niha jî bi rêya tayînkirina qayuman ve  îradeya gel, Demokrasî û mafê hilbijartinê tê xesip kirin. Dîsa, bi rêya qayûman ve li dijî sîstema hevserokatiyê derketin li ber cava ne. Li dijî sîstema hevserokatiyê derketin, nenaskirin û neqebûlkirina îradeya jinê îfade dike û ev zihniyet êrîşeke li hemberî îradeya jinê ye. Her wiha, ev yek nehezimkirin û netehemûlkirina li hemberî bangewaziya aşîtiyê jî dide îfadekirin. Dagirkeriya şaredariyan, yek ji pilanên dagirkiran e. 
 
Divê gel li qadan be û raperînê xurtir bike
 
Em ê li hemberî vê dagirkeriya faşîzmê li ber xwe bidin û piştgirî û dengê  xwe li dijî zilim û zordariya îktîdara faşîst ezintir bikin. Divê gelê bakurê Kurdistanê jî şaredariyên xwe ji qayuman re nehêle û heta şaredariyên xwe bigrin divê dest ji berxwedanê bernedin. Divê her tim li qadan bin raperînê xurtir bikin. Bangewaziya aliyên demokrat re jî ew e ku divê ji vê dij huquqiyê û dij mirovîyê  re bêdeng nemînin, îrade û hêza xwe li hemberî dagirkerî û faşîzmê bikin yek. 
 
Carekedin em wek Kongreya Star êrîşên dagirker ên li serşaredariyên ku îradeya gel in û qirkirina siyasî ya li bakurê Kurdıstanê, şermezar dikin û em ê soz didin ku em heta dawî xwedî derkevin.   Em serhildan û berxwedana gelên Bakurê Kurdistanê silav dikin û dengê xwe digihînin dengê wan, piştgiriya xwe didin berxwedana wan."