Brezîlya û Arjantînê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
- 10:46 21 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji partiyên çep ên Brezîlyayê PSOL û ji sendîkayên sereke yên li Arjantînê CTA daxuyanî weşandin û diyar kirin ku ew piştevaniya HDP'ê û Gelê Kurd dikin.
Nêrazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê didomin. Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PSOL) ku yek ji partiyên çep ên sereke yên Brezîlyayê ye daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên li hemberî vîna xwe raweste. Her wiha Navenda Sendîkayên Karkerên Arjantînê (CTA) ku temsîla 1,5 milyon karkeran dike, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi gelê Kurd û HDP'ê re ye û xwest, li dijî desteserkirin û zextê helwest bê nîşandan.
Partiya Azadî û Sosyalîzmê ya Brezîlyayê: Li hemberî mafan bêhurmetiye tayînkirina qeyûman
Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PSOL) a Brezîlyayê ye di daxuyaniyê de qala tayînkirina qeyûman kir û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "PSOL bi tundî li dijî êrîşên dawî yên li hemberî mafê diyarkirina çarenûsa xwe yê Gelê Kurd, radiweste. Desteserkirina şaredariyan nîşaneyeke nû ya bêhurmetiya li mafên mirovan û demokrasiyê ye. Vê êrîşa ku li demokrasiya Tirkiyeyê hat kirin bû sedem ku parlamenterên HDP'ê gera xwe ya li Latîn Amerîkayê nîvco bihêlin û karên xwe yên li Brezîlyayê betal bikin. Parlamenter Ebrû Gunay û ji parlamenterên herêmê Garo Paylan ji bo li dijî vê kiryara kêfî rawestin û mafê rêveberên xwe yên şaredariyan biparêzin neçar man ku bi lez û bez vegerin Tirkiyeyê."
'Divê demokrasî bê parastin'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina demokrasiyê li Tirkiyeyê wezîfeykee ji bo hemû enternasyonalîstan û hate gotin, ew bi gelê Kurd û HDP'ê re ne. Daxuyanî wiha hat bi dawî kirin: "Ji bo enternasyonalîstên li cîhanê wezîfeya girîng a piştevaniyê ye ku dawî li rejîma heyî ya siyasî ya Tirk bê anîn, demokrasiya li Tirkiyeyê bê parastin. Bi navê PSOL'ê em radigihînin ku piştevaniyê bi endamên HDP'ê re dikin û di têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe de bi Gelê Kurd re ne."
Sendîkayên Karkerên Arjantinê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir
Navenda Sendîkayên Karkerên Arjantînê (CTA) ku temsîla 1,5 milyon karkeran dike, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi Gelê Kurd û HDP'ê re ye û xwest, li dijî desteserkirin û zextê helwest bê nîşandan. Sekreterê Giştî yê CTA'yê Ricardo Peidro daxuyanî weşand û wiha got: "Em polîtîkayên faşîst û zordar ên partiya AKP'ê û Serokkomar Erdogan red dikin. Em ê gelê xwe di vê mijarê de agahdar bikin. Her wiha em radigihînin ku di têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan de em bi HDP'ê, Gelên Kurd û Ermen re ne. Her wiha em rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û partiyên siyasî yên li welatê xwe teşwîq dikin ku van êrîşan şermezar bikin. Mîna hemû gelên ji bo mafên xwe têdikoşin, em dixwazin gelê Kurd û HDP'î zanibin ku di têkoşîna wan de em bi wan re ne."