Zelal ceger: Êrîş yekitiya gelê herêmê hedef digirê

  • 09:13 21 Tebax 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
QAMIŞLO - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger der barê nirxandina rewşa siyasî û sîstema di herêmê de wiha got: "Êrîşên dewleta tirk nexşeya netewa demokratîk û hevgirtina gelê herêmê hedef digirê, armanca Tirkiyeyê parçekirina axa Sûriyeyê ye."
 
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger  der barê rewşa siyasî û rêxistnî  ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefxwarin û êrîşên dewleta tirkiyê li ser herêmê û pespektîfên Rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan ji bo mayinde ye aşîtiyê nirxandinên berfireh ji ajansa me re kir. 
 
Zelal Ceger wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Rewşa ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têde derbas dibê rewşeke ewle ye. Piştî serkeftina li dijî terora DAIŞ'ê rehetbûnek bi gelê herêmê re hatiye avakirin. Berxwedana ku hêzên me yên  QSD'ê  nîşan dan berxwedaniyeke dîrokî bû  û heya niha jî dewam dikê. Lê belê li Bakurê Sûriyeyê de eger em bêjin piştî rizgarkirina herêmên ereban jî û her çiqas hîn metirsî di nava herêmê de heye jî  ji şaneyên razayî yên çeteyên ku her roj teqînan li herêmên me çêdikin, êdî gelê me asteke xurt a îradeyê di hundirê xwe de vejandiya û li ber xwe didin."
 
'Ji rêxistinkirin û pêşxistinan re amade ne' 
 
Di berdewamiya axaftinên xwe de Zelal balkişand li ser rewşa rêxistinbûyinê di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha  domand:  "Di herêmên me de ji sedî 90 baqijbûneke hatiye çêkirin. Her çiqas şaneyên razayî yên vê terorê hebûn jî, lê em dikarin bêjin debara jiyanê û xurtkirina rêxistinkirina civakê di astên jor de ye.  Mirov dikarê bêjê di milê aborî de dewlemendên welat ji bo em berheman jê bigirin gel di nava tevgerê de ye. Welat dikarin xwe li ser sê lingan bi rêve bibê yek lingê wê yê parastinê, lingê siyasî û xurtkirina aboriyê. Îro sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her kesî re hatiye diyar kirin, tecrûbeyên me yên bi salan hene. Zêdetirî  5 milyon mirov di vê herêmê de jiyan dikin ji bo em bikarin rêxistina hîn zêdetir li pêş bixin gelê me hemû amade ye." 
 
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şoreşan cûdatir û bi hêztir bû' 
 
Zelal da zanîn ku rewşa herêmê di dorpêckirineke aborî de ma ye û di nav sîstema avabûnê de jî gel bi xwe rêvebertiya wê dikê û wiha axaftina xwe dom kir: "Dibê di nava şerê ku li Sûriyeyê diqewimê, wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ji bo herêmên xwe avabûnek çêkiriye. Lê em jibîr nekin heye niha gelek aliyên ku na xwazin herêmên me aram bimînin di dorpêçkirineke aborî de me didin jiyîn. Hemû sînorên derdorê girtîne ev dihêlê ku em bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, ji bo wê jî barê herî giran yê avabûnê disa dikevê li ser milê gel. Her çiqas me sîstemeke berfereh daye avakirin ku bi rengekî demokratîk mirov azad bijî, di eynî demê de me parastina welatê xwe ji şeran jî dikir. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şoreşan cûdatir bû, ev yek ewntacek da me ku îro em li ser piyan bimînin û ji hemû wextan  bi hêztir bin ."
  
'Gelê herêmê her tim amade ne'
 
Zelal  destnîşan li ser vîna gelê herêmê  li hember cûreyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Her kes îro çavan wan  li li ser herêmên me ne, bi taybet bi van gefxwarinên dewleta Tirkiyê li ser herêmên me dixwazin metirsiyê di nava gelê me de bidin çêkirin. Tehdîdên dewleta Tirkiyê vîna gelê me na çewisînê, berovajî vê gel di tevgera parastina destkeftiyên şoreşê de ne.  Morale gel  bilinde, ji bo parastina destkeftiyên xwe amade ne. Ev cihê rûmetê ye her çiqas tehdîd û gefxwarin mezin jî bin, têkoşîna gelê me li hember wê xurtir dibê, serkeftina herî mezin  jî ev e."
 
'Naxwazin hebûneke kurdan li ser erdê hebe' 
 
Zelal di nava nirxandinên xwe de balê dikişînê li ser armancên dewleta tirkiyê û gefxwarinên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Dewleta Tirkiyê pilanên wê li ser dagirkirina herêmên me hene, ji ber na xwazê ku hebûneke kurdan  li ser erdê hebê. Êrîşên dewleta Tirkiyê mijarên nîqaşê ne. Herî dawiyê Emerîka ket dewrê de ji bo navbentiya di navbera QSD'ê û Tirkiyê de, ji ber her kes dizanê ku Emerîka navenda wê a şerê cîhanê  yê sêyemîn îro di Sûriyê de ye. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan di destê me de ne û li benda dadkirinê ne. Di vê navberê de bangawaziya Rêveberiya Xweser ji bo dadkirina van çeteyan bangewaziyeke cidiye û divê daxwaziyên wan pêk werin."
 
'Yekîtiya axa Sûriyeyê tê parçekirin' 
 
Zelal qala şoreşa gelê herême kir û wiha domand: "Dewleta Tirkiyê bi hinceta herêma bi ewle dixwazê  derbasî Bakurê Sûriyê bibê destkeftî û şoreşa gelê herêmê têk bibê. Çima herêma bi ewle wê li welatê me çîbibê? Kurdan tu zerar ne daye sînorê Tirkiyeyê, berovajî wê Tirkiyê zerarê didê me. Dewleta tirkiyê bi hezaran komên çekdar derbasî herêmên me dikirin  û di bin sîwana  terora DAIŞ'ê de şer li hember me dida meşandin. Ev hemû li ber çavê dewletên cîhanê derbasdibê, lê dîsa her kes li hember  hovîtiya Tirkiyê bê deng dimînê. Eger herêmên bi ewle werin çêkirin bila di her dû sînoran de werin çêkirin. Armancên Tirkiyê diyarin ew na xwazê ewlehiyê bi pejrînê, ew dixwazê sînorên  dagirkeriya xwe fereh bikê. Divê destûr ji Tirkiyê re ne yê dayîn. Dagirkeriya Tirkiyê nexşeya netewa demokatîk û hevgirtina gelan hedef digrê. Derbasbûna dewleta Tirkiyê ji Sûriyê re yekîtiya axa Sûriyê parçe dikê."
 
'Divê aştiyeke mayinde esas werin girtin'
 
Zelal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên herî dawiyê ya bi Abdullah Ocalan re û wiha got: "Di hevdîtinên herî dawiyê yên bi Rêber Ocalan re hatin çêkirin, diyare  ku Rêber Apo dîsa careke din rêyên çareseriyê didê pêşiya me da çareseriyeke mayinde di Sûriyê de werê çêkirin. Tecrîda ku li ser mirovekî wiha tê meşandin ne ehlaqê mirovahiyê ye. Her kes dizanê bêyî perspektîfên Rêber Ocalan wê alozî kûr û dijwartir bibê. Nêrînên rêbertî  ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nêrînên bi nirx û rûmetin. Ji bo aşitiyeke mayine werê çêkirin, divê pespektîvên Rêber Ocalan esas werin girtin."