Fatma Bostan Unsal: Polîtîka qeyûm wê bi ser nekeve

  • 09:10 21 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Fatma Bostan Unsal diyar kir ku wê polîtîka qeyûm bi ser nekeve û wiha got: “Ez vê dişibînim hilbijartinên Stenbolê. Di 31’ê Adarê de têk çû lê piştre hilbijartin di 23’ê hezîranê de dubare kir û têkçûnek mezin jiya. Ev jî wê bibe sedema têkçûneke bi vî rengî.”
 
Namzetên şaredariyên bajarên Mezin yên HDP’ê yên Wan, Amed Mêrdînê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeyek mezin deng girtin û hatin ser peywirê, ji peywirê hatin durxistin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Bi talîmata wezareta karê hundir re ji bo 3 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin.
 
Aktîvîsta Mafê Mirovan û Cigira Seroka Giştî ya Berê ya AKP’ê Fatma Bostan Unsal, bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û got wê polîtîka qeyûm bi ser nekeve.
 
‘Îmze avêtin dijhiqûqiyek mezin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku siyasetmedar û lijneyên mafên mirovan biryara qeyûm, wek desteserkirina îradeya hilbijêran dinirxînin û got: “Serokomar, serokwezîrê berê û partiya muxalefeta sereke jî têde gelek kesî ev pêkanîn rexne kir. Bi qeyûman re mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin û îmze avêtine dijhiqûqiyek mezin. Şaredar di esasê e ne şaredarên partiyekê ne. Ew êdî şaredarên gel yên Amed an jî Stenbolê ne. Ne yê AKP, ne yê HDP û ne jî yên CHP’ê ne. Ji ber vê ev tiştekî şaş e û tunekirina îradeya gel e.”
 
‘Hevserokatî ne mekanîzmayeke ku bê krîmînalîzekirinê ye’
 
Fatmayê balkişand ser pergala hevserokatiyê ya bû hinceta tayînakirina qeyûman û wiha got: “Hevserokatî di pergala hiqûqa Tirkiyeyê de tunebe jî rewşeke ku bê krîmînalîzekirin tune. Hewce nake ku ev bê terorîzekirin. Mekanîzmayeke ku ji bo jinê fêdeya wê heye ji bo hemû civakê bi fêde ye. Ev rê li ber tevlîbûna jinan a siyasetê jî vedike. Polîtîka qeyûm wê nikaribe berdewam bike. Berê jî qeyûm hat tayînkirin. Tu tişt du caran bi heman awayî pêk nayê. Dema ya duyemîn pêk were wê êdî qerfrî be. Wê bi ser nekeve. Ez hilbijartinên Stenbolê dişibînim vê. Di 31’ê Adarê de têk çû, piştre dubare kir û ya 23’ê hezîranê de jî têk çû. Ev jî wê bibe sedema têkçûneke bi vî rengî.”
 
Fatmayê her wiha daxuyakirin ku got bloga muxalefet û ji sedî 50’ê civakê li dijî qeyûmane û got: “Ev polîtîka wê negihêjin armanca xwe. Ev van pêkanînan di cih de nabînim. Bêpergaliyek heye. Hem geşedanên li Sûriyeyê hem jî hevdîtinên li Îmraliyê, di pêvajoyeke wisa de ev nêzîkatî pêk hatiye. Ez texmîn dikim ku wê şûnde gav bê avêtin.”
 
‘Hemû Tirkiye pisgirêka vê dijî’
 
Fatmayê sedema krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand û got: “Av û ceyranên şaredariyan hatin birîn, evqas ku çavkaniyên wan bikar anîbû. Di pêvajoyeke ku Ahmet Turk ji bo şaredariyê li pere digeriya, qeyûm hat tayînkirin.Ev li ber çavê Tirkiyeyê pêk hat. Gel vê dibîne. Gelê herêmê ji xwe îtîrazê rewşê kiriye. Lê ne tenê mirovên bajar, hemû Tirkiye pirsgirêkên vê dijîn.Ez qeyûman wek darbe binav dikim.Yên ev kirine wê ji rewşê fêdeyekê nebînin.”