Salîha Aydenîz: Çareserî yekitiya Gelê Kurd e
- 09:07 21 Tebax 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Salîha Aydenîz ya HDP’î diyar kir ku hikûmeta Tirk operasyona tunekirina destkeftî û dagirkirina axa kurdan dimeşîne û yekane çareserî yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd e. Salîhayê bang li gelê Kurd kir û bi lêv kir ku ancax bi yekitiya neteweyî dikarin polîtîkayên şer bidin sekinandin.
Amadekariyên operasyonên Tiriyeyê yên li hember Sûriye û rojava didomin û di rojên borî de jî TSK’ê êrîşî Mexmûrê kiribû. Her wiha planên xwe yên berdewamkirina polîtîkayên şer jî dike. Bertekên li hember operasyonan her diçe zêde dibin û endama Dîwana KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz armanca operasyonan nirxand.
‘Operasyonên tunekirina destkeftiyan’
Salîhayê daxuyakirin ku di dîroka 100 salî ya komara Tirkiyeyê de polîtîka û siyaseta tunekirin, û asîmîlasyon li hember kurdan hatiye meşandin û got: “Zîhniyeta îtîat û terakî 100 sale didome. Ev zîhniyet xwe li ser yek al, yek ol, yek welat, yek ziman heyî dike. Em dikarin bersiva pirsa ‘çima operasyonên dersînor’ di vir de bidin. Komara Tirkiyeyê ji salên 90’î heta niha derveyê sînorê xwe jî operasyonan pêk tîne. Di esasê de ev êrîş li hember deskeftiyên Kurdane. Operasyonên çewisandina statu û daxwaza jiyana bi hev re ye.”
‘Bi krîzê şer vedişêrin’
Salîhayê bi lêv kir ku operasyona tê kirin hewldana dagirkirinê ye û wiha pê de çû: “Li ku kurd hebin, destkefiyên kurdan hebin dixwazin bifetisînin. AKP û MHP tenê dikarin xwe bi şer heyî bikin. Ji 2018’an heta niha hewl tê dayîn li Tirkiyeyê pergala serokatiyê bê runiştandin. Bi vê pergalê re jî dixwazin zîhniyeta yekparêz ava bikin. Ji operasyonên dersînor het aniha tu destkeftin çênebû. Berovajî vê mirin, talan û krîza aborî hat jiyîn. Bi sedan kes hatin qetikirin. Rastiya Efrînê li holê ye. Tevî her tiştî gel dest ji destkeftî û statuya xwe berneda. Tirkiye niha krîzek mezin dijî. Lê ev krîz bi şer tên veşartin.”
‘Şer wê bi gelan bide windakirin’
Salîhayê her wiha got AKP û MHP ji kaosê xwedî dibin û operasyona li hember Efrînê ya piştî hilbijartinê pêk hat bi bîr xist: “Bi îdiaya wê demokrasî û aramiyê bînin Efrînê talan kirin. Tevî Tirkiyeyê li ber çavê hemû cîhanê Efrîn dagir kirin, kes nebû asteng û temaşekirin. Di bingeha êrîşan de dijminahiya li hember Kurdan hebû. Di vî şerî de israr kirin wê bi gelên Tirkiyeyê bide windakirin. Ji ber her şer krîza aborî jî bixwe re tîne. Ji ber vê divê gel berteka xwe li dijî van polîtîkayan bîne ziman.”
‘Bikare bi yekitiya neteweyî şer bê çewisandin’
Salîhayê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Polîtîkayên ku gelan bînin hember hev tên meşandin. Dema hevdîtin bi Birêz Ocalan re dihatin kirin dema herî aram a Tirkiyeyê bû. Krîza aborît unebû, têkiliyên polîtîkayên derve û hundir saxlem bûn, her kesî bîhna xwe girtibû. AKP’ê bi şer ev dem qedand. Bi hev re jiyan û ji polîtîkayên şer dur ketin wê bi gelan bide qezenckirin. Niha polîtîkayeke ku ji bo berjewendiyên gelan pêk tên ne mijara gotinê ye.Di heman demê de operasyon yekitiya netewî jî dike xetereyê. Me Kurdan li Kobanê, Rojava û Efrînê dît ku divê em bibin yek. Hewcedariya gelê Kurd bi yekitiyê heye. Yekitî dikare şer bide çewisandin.”
‘Divê banga Ocalan li ber çavan bê girtin’
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de got ger heman yekitî li Efrînê pêk bihata wê nehatiba dagirkirin û wiha dawî lê anî: “Divê Kurd yekitiya neteweyî pêk bînin. Divê çapemenî, gel, siyaset bi hev re tevbigere. Di rewşa yekitî pêk neyê wê polîtîkayên dagirkirinê bidomin. Bi van dagirkirinan wê destkeftiyên Kurdan ji dest bên girtin. Divê gelê Kurd van êrîşan baş binirxînin û bigihêjin encamekê. Divê ev jî bê ziman. Li Tirkiyeyê li ser Birêz Ocalan 4 sale tecrîd heye û di sexsê Ocalan de li ser gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî tecrîd mijara gotinê ye. Ev tecrîd bi grevan hat şikandin, derî hat vekirin lê hîna bangên Ocalan bersiva xwe negirtiye. Nedîtina bangên Birêz Ocalan tê wateya di şer de israrê. Divê deng bidin bana aştiyê ya Birêz Ocalan.”