Şer sûcê mirovahiyê ye

  • 09:04 21 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Jinan piştgirî dan banga aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi hevkariya parêzeran daxuyand û wiha gotin: “Em dixwazin azad û wekhev bijîn, em dixwazin nasname û zimanê me bê nasîn. Ji bo pisgirêka kurd çareser bibe divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bidomin û bikevin bin ewlehiyê.”
 
Piştî hevdîtina di 7’ê Tebaxê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin şûnde parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de peyama Abdullah Ocalan ya der barê pisgirêka kurd de ya wekê ‘Ez hewl didim cih ji kurdan re vebikim, werin em pisgirêka kurd çareser bikin. Ez di hefteyekê de dikarim îhtîmal û rewşa pevçûnê ji holê rakim. Ez bi xwe bawer im, ez dikarim çareser bikim. Lê divê dewlet û mêjiyê dewletê tişta pêwist bike.’ parve kirin.
 
Jinên Wanê ên ku piştgirî dan banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dan zanîn ku tevî hewldanên Abdullah Ocalan di şer de israr tê kirin û bi taybet jî polîtîkayên şer yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê rexne kirin û dan zanîn ku divê desthilatdarî demildest berpirsyariya xwe bîne cih.
 
‘Şer sûcê mirovahiyê ye’
 
Ceyda Dîndar destnîşan kir ku şer bi her alî sûcê mirovahiyê ye û got wan hevdîtina bi Abdullah Ocalan re gelek erênî dîtine û divê hevdîtinên bi Ocalan re bidomin. Ceydayê wiha got: “Divê bi Birêz Ocalan re ku her tim aştiyê tîne ziman re hevdîtin bên kirin. Tirkiye di alî aborî, siyasî û çandî de berbi koasek mezin ve diçe û ev koas li her qadê veguheriye krîzek mezin. Li herêmê şerekî ku 40 sale berdewam dike heye. Ev hevdîtin mirovan kelecanî dike. Ji ber pirsgirêka Kurd nehat çareserkirin welat her diçe bi krîza mezin re tê rû hev. Em jin divê piştgiriyê bidin vê bangê. Em êdî li axa xwe mirinê naxwazin. Em dixwazin şer bidawî be. Em dixwazin bibin xwedî mafê wekhev. Em dixwazin ziman û nasname bê nasîn.”
 
‘Jin divê rola aktîf bilîzin’
 
Yek ji aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor jî bi lêv kir ku divê hevdîtin veguherin muzakreyê û bikeve bin ewlehiya qanûnî û got: “Bedela herî mezin a şer jin didin. Pêşengiya herî mezin a aştiyê jî jinan kir. Ji ber vê divê jin di hevdîtn û muzakreyan de rola aktîf bilîzin. Ocalan di hevdîtinê de der barê krîza Sûriyeyê de divê diyalog pêk bê. Bi vê bangê re diyalog pêk hatin. Greva birçîbûnê ya 200 rojî berdewam kir, bi banga Ocalan re bidawî bû. Ev gelek girîng in. Em dixwazin pisgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin.”