Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û parlamenteran
- 15:32 20 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Li Edliyeya Çaglayanê parêzer û parlamenterên HDP'ê xwestin ku dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Lê polîsan êrîşê daxuyaniya wan kir.
Parêzer û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan xwestin li ber Edliya Çaglayanê tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglu, Filîz Keretecîoglu, Ahmet Şik û Oya Ersoy jî tevlî daxuyaniyê bûn. Lê polîsan nehiştin daxuyanî bê dayîn. Parêzer û palamenter bi mudaxaleya polîsan re rûbirû man.
Li ser navê hiqûqnasan parêzer Gokmen Yeşîl li Qada Edliyê axivî û wiha got: "Em ji bo wan dayikan li vir in ku vîna xwe tenê ne bi dengdana li ser sindoqê, lê li dijî tangan, bi stran û sirûdan diparêzin li vir in, em ê li vir bin. Ez ji bajarên Rojava yên Tirkiyê slavan ji bajarên Kurdan re dişînim, em ê vê taritiyê belaw bikin û dawiya dawî em ê şaredariyên xwe ji destê faşîzmê xilas bikin.''