'Em rê nadin dagirkeran'

  • 15:06 20 Tebax 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi dehan jinên Çiyayê Kizwanan hemberê gef û êrîşan a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku:"Herêma Ewle tê wateya rewakirina dagirkeriya Sûriyeyê."
 
Di demên dawî de gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Bi armanca şermezar kirina gefan, jinên Çiyayê Kizwanan ya girêdayî Navçeya Til Temirê, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Elya El-Îsa ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Sûriyeyê rewşeke xeternak heye û wiha hat gotin: "Gefên leşkerên tirk a li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, zêde bûye. Çawa ku Bab, Cerablus û Efrîn dagir kir û niha jî dixwazin Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dagir bikin. Dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya Navnetewî û hêzên herêmî, digire di nava hevpeyman û tîfaqan de. Gefên Tirkiyeyê DAÎŞ'ê zindî dike û dixwaze ji nûve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê leşkerî de ava bike."
 
Elya di daxuyaniyê de diyar kir ku dê têbikoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê bi ruhê Ş.Bêrîtan têbikoşîn û rê nedin dagirker û neyaran. Em ê nameya aşîtiyê ku ji Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan hatiye pêk bînin û kirîza Sûriyeyê çareser bikin."