Li gel mudaxaleya polîsan tayînkirina qeyûmê hat şermezarkirin
- 14:35 20 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê li gel astengî û mudaxaleya polîsan çalakiya şermezar kirinê hat lidarxistin. Her wiha 26 Rêxistinên Sivîl ên Civakî û Partiyên siyasî bi daxuyaniyek hevpar da zanîn ku biryara tayînkirina qeyûman tê wateya darbeyê ya li hemberî demokrasiyê.
Tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê, li Wanê hat şermezarkirin. Li Wanê parlamenter, hevşaredar û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin bimeşin lê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Her wiha disa bi heman armancê 26 Rêxistinên Sivîl ên Civakî û partiyên siyasî yên Wanê tayînkirina qeyûman a her sê şaredariyan HDP'ê weke darbeyê pênase kirin.
Li gel mudaxaleyê li ber xwe dan
Parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Huda Kaya, Muazzez Orhan û hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, rêveber, hevşaredar, hevserok û bi sedan welatî xwestin bimeşîn li Parka Feqiye Teyranê. Girseya ku gihaştin Cadeya Cumhuriyetê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di encama mudaxaleyê de gelek kes hatin derpkirin. Her wiha kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.
26 rêxistinên sivîl: Li dijî darbeyê bertek nîşan bidin
26 Rêxistinên Sivîl ên Civakî (STO) û partiyên siyasî, li Navendî ya Baroya Wanê hatin gel hev û daxuyaniyeke hevpar dan. CHP, HDP, parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên Wanê, nûnerên STO'yan û parêzerên endamên baroyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar ve hat dayîn. Zulkuf diyar kir ku hinceta tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û wiha got: "Biryara tayînkirina qeyûman darbeya li hemberî vîna gel, sindoq û demokrasiyê ye. Ev darbe ne tenê li hemberî Wan, Amed û Mêrdînê pêk hatiye. Em bi awayekî zelal aşkera dikin ku em li dijî vê darbeya ku li dijî demokrasiyê pêk hatiye ne. Em ê li dijî vê darbeyê rawestin û bang dikin ku tevahiya Tirkiyeyê li dijî vê darbeyê derkeve û berteke nîşan bide."