'Li her derê dengê xwe bilind bikin jiyanê rawestînin'
- 13:51 20 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Li gel mudaxaleya polîsan welatî û HDP'yî çalakiya xwe ya şermezarkirina tayinkirina qeyûman pêk anîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li gel astengiya polîsan daxuyanî da, bang li raya giştî kir û got: "Li her derê dengê xwe bilind bikin. Jiyanê rawestînin.
Wezîre Karên Hundir di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya Bajarên Mezin ên Wan, Amed Mêrdînê kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevşaredar, parlamenter, hevserok û rêveberên HDP'ê, her wiha welatî bi boneya tayînkirina qeyûman a li şaredariyan şermezar bikin xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê hatin astengkirin û rastî mudaxaleya polîsan hatin. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û leşkeran jî kontrola xwe ya ketin û derketina bajer zêde kir.
Sezaî Temellî: Em ê teqez bi ser kevin
Girseya ku li pêş şaredariyê kom bû bi mudaxaleya polîsan re rûbirû ma. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û girse li Kolana Liseyê kom bûn û xwestin bimeşin pêş şaredariyê. Polîsan ew dorpêç kirin û destûr nedan bimeşin. Sezaî, li kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê bi dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' daxuyanî da û wiha got: "Li her deverê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me têkoşîna mafdariyê ye. Li paşeroja xwe, li îradeya xwe bibin xwedî. Mîna doh îro jî em daketine qadan. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê vî welatî teqez azad bikin, em ê teqez bi ser bikevin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin û jiyanê rawestînin."
Li Ofîsê meş pêk hat
Li gel mûdaxeleya polîsan girse bi biryarî çalakiya xwe dom kir û berê xwe da Ofîsa Yenîşehîra Amedê. Girse bi dirûşma "Bêdeng nemîne, heke tu bêdeng bimînê dê qeyûm bê mala te jî" û "Amed xwedî li vîna xwe derkeve" berz kirin. Her wiha welatiyên li derdorê jî piştgirî da meşê.
Kolanên Amedê hatin dorpêçkirin
Her wiha li her derê bajêr tevgera polîsan didomin. Avahiya şaredariyê bi tevahî hatiye darpêçkirin, kolanên Xarpêtê û hemû rêyên ku tên ser şaredariyê li trafîkê re hatiye girtin û gelek polîs bi maşîneyên zirxî û TOMA li ser rê rawestiyan. Dîsa leşkeran jî rêyên Riha, Farqîn, Mêrdîn Xarpêt û rêyên din li trafîkê girtin û maşîneyan didin sekinandin. Welatî di kontrola GBT'ê re derbas dikin. Li ser rêyên nava Amed û navçeyan rêzên dirêj pêk hatin.
Avahiya HDP'ê hat dorpêçkirin
Li aliyê din Avahiya HDP'ê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û hat diyarkirin ku parlamenter jî di nav de nahêlin kesek bikeva avahiyê û ji avahiyê derkeve.