Polîsan li Amedê êrîşî çalakgeran kir

  • 12:12 20 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê girseya ku tayînkirina qeyûm a li Serşaredariya Bajarê Mezin a Amedê şermezar kir, bi êrîşê re rûbirû ma. Polîs bi gaza îsotê û ava şid êrîşî çalakgeran kir. Parlamenter Ayşe Acar Bajaran û gelek welatiyên ku ji êrîşê bi bandor bûn rakirin nexweşxaneyê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlibûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî û bi tevlibûna parlamenter, hevşaredar û endamên meclisên şaredariya li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji bo daxuya bê dayîn kom bûn.  Girseya ku ji bo daxuyaniyê kom bû bi êrîşa polîsan re rûbirû ma û hemû rêyên ku derdiketin ber Şaredariya Bjarê Mezin a Amedê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Polîsan bi TOMA'yan ava şid bi ser girseyê de şand û xwest ku girse belav bibe. Girseya ku derket Kolana Gazîoglu bi dirûşmên "Amed ya gel e wê ya gel bimîne"  û "Em ji bo rûmeta xwe li vê ne" berz kirin.  
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezaî Temellî û prlamenterên pê re jî çûn nav gel û piştgirî dan. Parlamenter Ayşe Acar Başaran ji ber gaza îsotê ku jê bi bandor bû û li gel Ayşeyê gelek kes rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li dijî êrîşan berxwedana gel berdewam dike.