Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina edîtor Ziyan Karahan da

  • 11:19 20 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendikaya Neteweyî ya Rojnamegerên Îngîltere û Rojnameya Morning Star, binçavkirina edîtora Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan şermezar kirin. Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Michelle Stanistreet, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnameger di bin gefan de ne. 
 
Sendikaya Neteweyî ya Rojnamegerên Îngîltere (NUJ) ku yek ji sendîkayên herî navdar ên Ewropa ye û Rojnameya Morning Star, binçavkirina edîtora Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan şermezar kirin. Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Michelle Stanistreet, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnameger di bin gefan de ne. 
 
Sekreterê Giştî yê NUJ'ê Michelle Stanistreet, diyar kir ku li Tirkiye azadiya çapemeniyê her roj tê îhlalkirin û wiha got: "Ji ber gefên darazê edî rojnameger nikarin li Tiriyeyê bixebitin. Dewlet rojane azadiya çapemehiyê ihlal dike. Li Tirkiye rojnameger di bin gefên darazê de ne. Herî dawî Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya Ziyan Karahan hat binçavkirin. Gefên li dijî rojnamegeran ên li Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de sicîla wê xerab e. Herî zêde çapemeniya Kurd dibe hedef. Divê civaka navneteweyî dewleta Tirk bi zimanekî hişk rexne û şermezar bike. Divê peymana Neteweyên Yekbûyî pêk bînin. 
  
Editorê Rojnameya Morning Starê Steve Sweeny jî diyar kir ku li Tirkiye zext û tundiya li ser rojnamegeran a mînaka wê tune zêde ne û wiha got: "Li ser rojnamegerên Tirkiye zextên ku mînaka wê tune zêde ne. Rojnamegerî qet ne sûc e."
 
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin li 29 bajaran 418 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de Edîtora Ajansa Mezopotamyayê ya serwîsa Kurdî Ziyan Karahan û Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Onder Akbulut jî duh hatin binçavkirin.