'Wê li vî welatî şerê navxweyî pêk neyê'
- 10:19 20 Tebax 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên HDP'yî yên Îzmîrê da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman îradeya gel tune hatiye hesibandin û demokrasî hedef hat girtin.
Hevşaredarên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê Adnan Selçuk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe Ertan û Ahmet Turk bi biryara Wezareta Karê Hundir ji peywirê hatin dûrxistin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Her wiha di serî de li her sê bajaran bi giştî 29 bajaran serdegirtina malan pêk hat û di nav de endamên meclîsê bi sedan kes hatin binçavkirin.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman û geşedanên pîştî vê hatine jiyîn didomin. Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî bi lêv kir ku hemû polîtîkayên zextê bi armanca pêşîgirtina kesên aştiyê dixwazin tên kirin. Hevseroka HDP'ê ya bajarê Îzmîrê ya berê Semra Uzunok, jî diyar kir ku li hemberî serkeftiyên kurd xespêk pêk hat û demokrasî hedef hat girtin.
'Têkiya wan bi rêxistina terorê re heye'
Gulay, diyar kir ku îradeya gel tune tê hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm tayînê sê şaredariyên mezin kirin û carek din îradeya gel tune hesibandin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ji bo hevşaredaran gotina ‘têkiliya wan bi rêxistina terorê heye’ bikaranî. Em dizanin ku têkiliya me bi rêxistina terorê tune. Ya ku têkiliya wan bi rêxistina terorê re heye desthilatdarî bixwe ye. Ji bo bikeve Sûriyeyê û DAIŞ’ê li wir ji nûve bike rojevê çi ji destê wan tên dikin.”
‘Hemû gelên vî welatî jiyaneke aştiyane diparêze’
Gulayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin û got qeyûmê îro tayînê Wan, Amed û Mêrdînê bûye wê tayînê Stenbolê jî bibe. Gulayê wiha dawî lê anî: “Îradeya gel ji deshtilatdariyê re got ‘na’ , demorkasî parast û tovên hêviya aştiyê ji nûve şîn bû. Ji bo pêşî li vê bê girtin jî hemû hêza xwe wek ya Nazî bikar anî. Em banga hestiyariyê li civakê dikin. Ev welat wê di nav xwe de nekeve şer. Hemû gelên vî welatî yekitî û aştiyê dixwazin.”
'Em nabin parçeya wê seneryoyê'
Semra, di axaftina xwe de bal kişand ser encamên qeyûman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em wekî endamên HDP'ê tucarî nabin parçeyeke seneryoyên wan. Em ê her tim dengê xwe bilind bikin. Em li hemberî mudaxaleyên tund tu carî natirsin. Wekî dayika lacikspî ya li ber şaredariya Amedê digot 'em ê xwedî li raya xwe derkevin' em jî heman tiştî dibêjin."
Semra, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser encamê hilbijartinên heremî û wiha got: "Piştî hilbijartinên heremî li hemberî kurdan tolek dixwazin hildin. Dixwazin bikevin di navbera metrapol û bajarên kurdan. Heke gel xwedî li hev dernekeve dê şkandinên kûr pêk bên."