Hevşaredar Fîgen Altundag: Vîna gel hat dizîn
- 10:07 20 Tebax 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN – Jinên Mêrdînê bertek nîşanê qeyûmên ku tayînî şaredariyên bajarê mezin Mêrdîn, Amed û Wanê kirin dan û anîn ziman ku ew vê biryarê nas nakin û gotin: "Ev darbeya siyasî ye.”
Bi daxûyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat dayîn, qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Piştî daxûyaniya ku sere sibehê ji raya giştî re hat dayîn ji hevşaredaran re jî biryar hat ragihandin. Jinên Mêrdînê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û anîn ziman ku ew vê biryarê nas nakin û wiha gotin: “ Vîna gel hatiye dizîn.”
'Vîna gelê me dizîn'
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û anî ziman ku ev du demin qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin û wiha got: “Qayûm tayin sê şaredariyên me yên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatin kirin. Îro bi tayînkirina qeyûman re vîna gel hat xespkirin. Ev jî tê wê wateya darbeyê. Tirkiye ketiye rêyek bê veger wê bi van polîtîkayan nikaribe tiştek bi dest bixe. Dê ev îktîdar di dawiyê de winda bike û vîna gel dîsa bi ser keve. Ew çi dikin bila bikin nikarin vîna gel bi dest bixin. Wan vîna gelê me desteser kir.”
‘Em bawerin têra xwe hîn çerez nexwariye’
Fîgen, deynên ku Walî qayûm Musafa Yaman cara pêşî li pey xwe hîştibû bi bîr anî û ev tişt got: “Qayûmê ku cara pêşî gelek zede deynan li pey xwe hîştibû, em bawerin têra xwe hîn çerez nexwariye. Ew îro ne ji bo gel tişta bikin, ew bi tenê dixwazin ji bo xwe tiştan bikin. Ew tu carî gel nafikire. Ger ku bifikiriya dê qayûm tayÎnê şaredariyê nekirina.”
Bangawazî ji bo daxûyaniya girseyî
Fîgenê banga tevlibûna daxuyaniya ku wê îro li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman bê dayîn li gel kir û ev tişt got: "Îro daxûyanî saet di 11.00’an de em ê daxuyaniykê bidin. Em bang hemû gelan, STK û saziyan dikin ku li ber avahiya Şaredariya Mêrdînê kom bibin û tevli daxuyaniya ku bê dayîn bibin.”
‘Bi polîtîqayên şer şaredarî desteser kirin’
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak jî tayînkirina qeyûm a li ser şaredariyên HDP’ê bi hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê ve girêda û bi lêv kir ku îtîfaqa AKM-MHP’ê di van hilbijartinan de winda kir û ji ber ku li hemeber HDP'ê bi ser neketin îro êrîş dikin û qeyûm tayîn dikin. Eylem, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “ Lê belê gelê me tu carî van êrîşan qebûl nake. Gelê me heta niha xwedî li vîna xwe derket û dê ji vê saetê şûnde jî xwedî li vîna xwe derbikeve. Îktîdara AKP’ê ku polîtîqayên şer daye destpêkirin me îro jî gelek baş dît ku çawa wan polîtıqayan pêk tîne. Bi polîtîqayên şer dest danî ser şaredariyan û êrîşî vîna gelê kurd kir. Her wiha beriya tayinkirina qayiman ev çend rojin jî li heremê gelek binçavkirin pêk hatin. Ev binçavkirinên ku pêk hatine jî parçeyekî vê polîtîkayê ne. Em ê her tim xwedî li gelê xwe û vîna xwe derbikevin. Gelê me heta niha serî netewand û ji vê şûnde jî serî netewîne. Dê gelê me bersiva wan bide.”
‘Ger ku hilbijartinê napejirînin çima pêk tînin?’
Endama Meclîsa Şaredariya navçeya Stewrê ya Mêrdîn Derya Akyol jî diyar kir ku hiqûq û edaleta ku li Tirkiyê tuneye îro dîsa heman bêhiqûq û bêedaletî pêk hatiye û wiha pêl da axaftina xwe: “Kesên ku ji bo demokrasiyê bang dikirin û 4 meh di ser hilbijartinê re nû derbas bûn, îro carekedin şaredariyan xesp dikin. Kesên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin îro ji aliyê kesên dinê ve ji kar hatin dûrxistin û vîna gel tune hesibandin. Ger ku wateya hilbijartinê tune ye wê demê çima hilbijartin pêk tên? Em vê biryarê şermezar dikin û qebûl nakin.”
‘Îktîdara AKP’ê şer tercih kir’
Derya, bal kişand ser hevdîtina ku herî dawî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk hat û got ku di hevdîtinê de Ocalan banga ku şer ne çareseriyê li îktîdarê kir û wiha got:"Birêz Oclan banga çareseriyê kir. Lê AKP şer tercîh dike. Wê bangewaziya me ya ji bo azadî û demokrasiyê bi dawî nebe. Em bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên demokrasîxwaz û aştîxwaz dikin ku li gel me cih bigirin.”