Rewşa girtiyê nexweş giran bû: Nikare bimeşe
- 09:07 20 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Siddik Guler yê ku 25 sal e li girtîgehê ye û nexweş e, hat hînbûn ku ji ber pisgirêkên wî yên tendirustiyê giran bûye nikare bimeşe. Malbata wî da zanîn ku Siddik bi kursiya tekerlek anîne hevdîtinê û di axaftinê de zehmetî dikişîne, divê demildest bê berdan.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Girtiyê nexweş Siddik Guler ku 80 saliye li girtîgeha Tîpa T ya Îskenderunê dimîne û hat hînbûn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên dijî nikare bimeşe. Siddik heta niha surgunê gelek girtîgehan hatiye kirin. Malbata wî ku li Amedê dijî, ji bo sewqkirina wî heta niha gelek daxwazname dan lê bersivek erênî nehatiye dayîn. Kurê wî Habîb Guler jî ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kandirayê dimîne, ji bo refakata wî bike daxwazname da lê dîsa bersiva red hat dayîn. Siddik ku gelek nexweşiyên wî hene, li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê ku berê lê diman jî enfeksyon girtibû û ji ber vê rewşa wî giran bû.
Sewqê nexweşxanê nakin
Malbata wî da zanîn ku tevî êşa çongan û morbûnê doktorên revîrê eleqeyek baş nîşan nadin û pîvanên hêsan yên wekê tansiyonê jî beyî hincet pêk naynin û şûnde dişînin. Malbatê her wiha bi lêv kir ku sewqê nexweşxaneyê nayê kirin û gotin nexweşiya wî ya dil, hîpertansiyon, romatîzma heye û ji ber vê nikare bimeşe, hewcedariyên xwe nikare pêk bîne.
Bi kursiya tekerlek derket hevdîtinê
Malbata wî ku ji bo hevdîtina cejnê ji Amedê çû Îskenderunê, bi lêv kir ku Siddik bi kursiya tekerlek derketiye hevdîtinê û di axaftinê de zehmetî kişandiye. Malbatê her wiha destnîşan kir ku di têketina girtîgehê de rastî pêkanînên kêfî yên gardiyanan hatine û di nokteya lêgerînê de tîşortên nivîs li ser bûne derxistine û berovajî lê kirine. Malbatê bi lêv kir ku koxuşeke aydê girtiyên siyasî li girtîgehê tune bi girtiyên edlî re dimîne. Malbatê got der barê mijarê de serî li ÎHD’ê dane.
Li vî welatî edelet tune
Hasîna Guler agahî da ajansa me û daxuyakirin ku hevjînê wê 25 sal in di girtîgehê de divê bê berdan û wiha pê de çû: “Siddik ji mijdara 2018’an de sirgunê li girtîgeha Îskenderûnê hat kirin. Tenduristiya wî her çû giran bû. Gelo çi karê vî kalî girtîgehê heye. Ji vî temenê şûnde derkeve derve wê çi bibe? Ji xwe sûcekî wî tune. Beyî delîl cezayê muebetê danê. Nikare bimeşe. Nikare li xwe binêre. Li vî welatî edelet tune. Ger hebûna wê bihata berdan.”
‘Tiştek bibe dewlet berpirse’
Hasînayê diyar kir ku ew dixwazin kurê wê yê li girtîgehê bibin cem bavê wî û ev tişt anî ziman: “Em ji bo bînin Amedê serlêdanê dikin lê piştî her serlêdanê surgunê bajarekî din dikin. Li hemû Tirkiyeyê gerandin. Dema li Dîlokê dima ji cihekî behna tuwaletê dihat. Em dema diçûn hevdîtinê ji behna nikaribûn bisekinin. Av nedihat. Ji mîkrobê nexweş ket. Niha li Îskenderûnê dimîne. Li wir jî siyasî û edlî bi hev re dimînin. Rêveberiya girtîgehê nebaş e. Nabin nexweşxanê. Em dibêjin kurê min sewq bikin nakin. Carekê anîn heman girtîgehê. Kurê min li bavê xwe mêze dikir. 5-6 meh şûnde dîsa veqetandin. Bila êdî dengê me bibîhizin. Em ê serî li komeleya mafê mirovan bidin. Em edaletê dixwazin.”