ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 20 Tebax 2019
- Rojev
*Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Gulnaz Osman maf û rola jinê di ola îslamê de nirxand. Gulnazê tekez kir ku Îslama Demokratîk banga wekheviyê ye. DÎMEN HEYE
*Jinên gundê Birc Qas ê Navçeya Şêrewa li ser êrîş û gefên dewleta tirk axivîn û gotin: "Em ê berxwedaniya xwe li dijî êrîş û gefên dewleta tirk bidomînin û tirsa me ji êrîşên wan nîne." DÎMEN HEYE
*Gulay Gun Bîlîcî ya HDP’î da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê, îradeya gel tune hatiye hesibandin û wiha got: “Ya ku têkiliya wê bi rêxistina terorê heye desthilatdarî bixwe ye.” DÎMEN HEYE
*Siddik Guler yê ku 25 sale li girtîgehê ye û nexweşe, hat hînbûn ku ji ber pisgirêkên tenduristiya wî giran bûye nikare bimeşe. Malbata wî da zanîn ku Siddik bi kursiya tekerlek anîne hevdîtinê û di axaftinê de zehmetî dikişîne, divê demildest bê berdan.
*Dengbêj Gazin a ku hêza xwe ji jinên mîna Eyşeşan û Meryemxanê girt, di serdemeke û tehamûlî dengê jinê nedihat kirin kilanên xwe gotin. Dengbêj Gazin a ku berî bi salekê jiyana xwe ji dest da li pişt xwe mîraseke mezin hişt û bi kilaman çavên xwe li jiyanê girt.
*Jinên Mêrdînê bertek nîşanê qeyûmên ku tayînê şaredariyên bajarê mezin Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin dan û anîn ziman ku ew vê biryarê nas nakin û wiha gotin: “Ev darbeyek siyasî ye.” BI DÎMEN