Li Wanê bertekên li dijî qeyûm: Bêdeng nebin bêdengî erêkirin e
- 17:11 19 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan da û wiha got: "Ev tenê ne pirsgirêka HDP'ê û ya Gelê Kurd e. Eprisgirêka hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz ên li Tirkieyê ne. Bêdeng nemînin bêdengî erêkirin e."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevşaredarên Wanê û gelek welatî amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê Umît Dede ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: "Ev darbeyeke li dijî siyaset û îradeya Gelê Kurd e. Wezareta Karên Hundir navenda provokasyon û xespkirina azadî û mafan e. Îktîdar û Wezareta Karên Derve wekî ku di raporên sayiştayê de jî tê dîtin bi rêya qeyûman bûne cihê nelirêtiyê. Ji ber ku leşker û brokrasî xwe ji van nelirêtiyan xedî dikin piştevanên wan in. Tu meşrûbûna vê îktîdarê nemaye."
'Bêdengî Erêkirin e'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wekî beriya vê, wê gel careke din li bijarteyên xwe û li îradeya xwe xwedî derkeve û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû dezgeh, sendîka, rêxisitnên sivîl û muxalefetê dikin ku ji bo me bibin piştgir û xwedî li demokrasiyê derkevin. Ev banga me ji bo hemû kesên ku di 31'ê Adarê de di 23'yê Hezîranê de deng bi kar anînê û ji bo têkçûna AKP -MHP'ê xebitîne ye."
Di dawiya daxuyaniyê de hemû kes ji bo daxuyaniya ku wê sibe li Parka Feqiyê Teyran saet di 13.00'an de bi tevlibûna hemû parlamenter û hevşaredarên herêmê bê dayîn hat vexwendin.
Daxuyanî bi dirûşma, "Tundî me têk nabe" û "Bêdeng nemîne wê dor bê te jî" bi dawî bû.