Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirinê dan
- 17:01 19 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’î dan û gotin: "Em bang dikin ku dev ji van pekanîn dijhiqûqî were berdan û hevşaredarên ku ji erk û peywira xwe hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe.”
Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdin û Wan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Ji peywirgirtina hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed Mêrdin û Wanê yên hatine hilbijartin û li cihê wan waliyên bajêr weke qeyûm hatine erkdar kirin."
Di daxuyaniya hevpar de hat diyar kirin ku li gorî daneyên Wezareta Navxweyî 418 kes hatine binçavkirin û di heman demê de înternet û medya civakî hatiye astengkirin. Daxuyaniya baroyan wiha dom kir: "Bêhiqûqî carek din pêk hat. Em cara duyemîn şahidiya vê şermê dikin. Di sala 2016’an de jî gelek hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Li 96 şaredariyan qeyyûm hat erkdar kirin. Pêkanînên bêhiqûq yên Rewşa Awarte tevî rabûna Rewşa Awarte didome. Demorkasî, hiqûq carek din hat betal kirin û hate hilweşandin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang dikin ku dev ji van pekanîn dijhiqûqî were berdan û hevşaredarên ku ji erk û peywira xwe hatine durxistin vegerin ser karê xwe.”