PSKAD, HDK û Partiya Yeşîl Solê bertek nîşanî qeyûman dan
- 16:18 19 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PSKAD, HDK û Partiya Yeşîl Solê bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kirin û da zanîn ku vîna gel hatiye xespkirin, dê li hemberî darbeyê têkoşîneke hevpar bidin meşandin.
Bi biryara Wezareta Karên Hindur, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peygirê hatin girtin. Avahiyên şaredariyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Her wiha li 29 bajaran operasyonên hemwex hatin lidarxistin û bi tevahî 148 kesên ku endam û rêveberên HDP û xebatkarên şaredariyê ne hatin binçavkirin. Sazî û rêxistinên sivîl li hemberî binçavkirin û tayînkirina qeyûman bertekên xwe nîşan dan. Partiya Yeşîl Solê di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku vîna gel hatiye xespkirin, PSKAD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê têkoşîneke hevpar bê dayîn û HDK'ê jî da zanîn ku li hemberî darbeyê dê li ber xwe bidin.
PSKAD: Divê têkoşîneke hevpar bê dayîn
Navenda Giştî ya Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSKAD), tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û û gotin ku li hemberî vîna gel bêhiqûqiyeke mezin hatiye nîşandan û nêzîkatiyeke kêyfiyane heye. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Dema mijar bibe kurd AKP'ê vîna gel binpê dike. Em carek din dibêjin ku em li dijî bêhiqûqiyê ne. Di serî de gelê me, CHP û hemû sazî û dezgehên muxalîf divê li gel HDP'ê bin. Hek îro em helwestê nîşan nedin dê sibêhê li cihên din jî dê heman tişt pêk bên. Ji ber vê jî divê têkoşîneke hevpar bê dayîn.
HDK: Li hemberî darbeyê dê li ber xwe bidin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi daxuyaniyeke nivîskî operasyona li hemberî HDP'ê şermezar kir û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Tayînkirina qeyûman tê wateya darbe yê. Di 31'ê adarê û 23'yê hezîranê de gel zelalî helwesta xwe nîşan da û vîna xwe ya azad derxist holê. Heke îro li hemberî vîna Gelê Kurd bêdengî pêk bê dê sibêhê li hemberî şaredariyên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Antalyayê jî vîna gel bê tehdîtkirin. Îktîdara AKP û MHP'ê bi wan darbeyan dixwaze rejîma xwe ya faşîst carek din xurt bike. Gelê me tu carî teslîmê taritiyê nabin. De li kolanan, li qadan û di her qadên jiyanê li hemberî darbeyê li ber xwe bidin û rêya azadî û demokrasiyê vekin."
Partiya Yeşîl Solê: Vîna gel hat xespkirin
Hevberdevkên Partiya Yeşîl Solê Eylem Tuncaellî û Sînan Tutal bi daxuyaniyek nivîskî biryara Wezareta Karê Hindurin şermezar kirin û da zanîn ku bi mirovên ku bi dengê gel hatî hilbijartin lidijhiqûqê ji pêywirê hatin ji dûrxistin. Daxuyaniya nivîskî wiha dom kir: "Ji pêywirê dûr xistin tê wateya xespkirina vîna gel. Li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê walî hatin tayînkirin û gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku alîgirê demokrasiyê ne divê bi rêya demokratîk hevpar û bi biryarî têbikoşîn."