Bi sedan welatî l iber şaredariyê ne: Divê provokasyon bên rawestandin
- 15:56 19 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin û şûn de gel herikî ber şaredariyê. Heseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amam a ku di daxuyaniya li ber şaredariyê de axivî wiha got: "Em bang li hemû sazî û dezgehên sivîl dikin ku bi me re hevkariya demokratîk bikin."
Bendemayîna Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altundag û endamên meclisê li ber şaredariyê berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr û gelek partîzan û welatî ji bo bertek nîşanî tayînkirina qeyûm bidin li ber şaredariyê kom bûn. Herwiha parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, parlamenterên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û koma pê re xwestin bikevin şaredariyê. Lê ji ber ku hêzên çevîk û polîsan destûr neda li ber şaredariyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Eylem Amak ve hat xwendin.
Eylm diyar kir ku wan li Amed, Mêrdîn û li Wanê bi dengên zêde şaredarî bi dest xistine û wiha got: "Hevşaredarên me li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir bi hincetên derevîn ji peywirê hatin girtin. Binçavkirina endamên meclisa şaredariyên û xebatkarên şaredariyan berdewam dike. Ev êrîşa li dijî îradeya Gelê Kurd e. Meşrûbûna îkdtîdarê nemaye. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin û piştgiriyê bidin têkoşîna me ya demokrasiyê. "
'Hinel li pey provokasiyonan e'
Piştre parlamenter Omer Ocalan mafê axaftinê girtin û wiha got: "Tirkiye ketiye rêyek bê veger wê bi van polîtîkayan nikaribe mezin bibe. Me her carê ji bo aştî û demokrasiyê bang kiriye. Lê hinek bi kîmyaya vî welatî dilîzin û li pey provokasyonan e."
'Wê gel dersa wan bide'
Piştre parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî û ev tişt got: "Tişta hatiye jiyîn zilma AKP û MHP'ê ku li vî welatî dikin e. Kesên ku bi demokrasî û hiqûqê bawer nabin careke din vîna Gelê Kurd xesp kirin. Lê wê gelê me dersa wan bide."
Piştî daxuyaniyê welatiyan bi dirûşên "Wê tundî me têk nebe" li ber şaredariyê bendemayîna xwe domandin.
Herwiha şaxa KESK'ê ya Mêrdînê û Odeya Tabîban ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.
Welatiyên di rê de çûn jî bi dirûşim û nîşana serkeftinê piştgirî dan çalakvanan.