Sazî û sendîka çûn serdana HDP'ê

  • 15:36 19 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Halkevlerî, ÎHD, KESK û Mazlumder çûn serdena HDP'ê û tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar kirin. 
 
Piştî qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin a Wan, Mêrdîn û Amedê hat kirin, bertekên sazî û rêxistinan didomin. Heyeta ku ji Halkevlerî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên (KESK) û Mazlûmderê pêk dihat çûn serdana Navenda Giştî ya HDP'ê. Heyet bi Hevserokê Giştî ya HDP'ê Sezaî Temellî re hatin gel hev. Kesên ku tên serdanê da zanîn ku dê li dijî polîtîkayên qeyûmê dê di nav piştewaniyê de bin.