Welatiyên ku li ber xwe dan rastî mudaxaleya polîsan hatin
- 15:11 19 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Welatiyên ku xwestin bi meşê biçin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ber Cadeya Lîseyê rastî mudaxaleya polîsan hat. Welatiyan li gel mudaxaleya polîsan dîsa çalakiya xwe domandin.
Welatiyên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn xwestin ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi meşin. Polîsan li ber cadeya Lîseyê bi ava şîd mudaxaleyê welatiyan kir. Li gel mudaxaleyê welatiyan dev jî çalakiya xwe bernedan rê li trafîkê re girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.