Kongreya Star çalakiyên xwe didomîne

  • 14:10 19 Tebax 2019
  • Rojane
HELEB - Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star û Hêzên Parastina Cewherî ya jin a Taxa Şêx Meqûsd, di çerçûveya rêze çalakiyên hemleya li dijî dagirkirinê de meşek  bi dirûşmeya " Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe " li dar xist.
 
Di çerçûveya hemleya çalakiya kongreya star ku li dijî dagirkirin û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojilatî sûriyeyê da despêkirin, rêxistina Kongreya Star meşek  girseyî li bi tevlîbûna bi dehan endamên hêza parastina cewherî ya jin li dar xist.
 
Meş ji pêşiya navenda Hêza Parastina Cewherî dest pê kir û heta taxa rojhelat dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê,daxuyanî ji reya giştî re hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Di bin dirûşma ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe, pêngava ku niha em tê re derbas dibin pilanekî  ji bo êrîşî şoreşa me bikin di Rojavê de ye.  Em ê li ber xwe bidin û em  ê ax û rûmeta xwe biparêzin li hemberî her êrîşekê û gefên ku li ser axa me de pêk were her em ê bparêzin. Her wiha bi hêz û berxwedana jinê li hemberî dagirkirinê em ê têkoşîna xwe bidomînin.  Şoreşe Rojava şoreşa jinê ye ji ber jinê di her qadekê de cihê xwe girtibû, berxwedana bê hampa li hemberî zihiniyeta bavkselarî û dagikeran dabû meşandin. Her em ê li ser şopa arîn û Avêsta bin û  em ê bi hev re bi yek destî bi ser kevin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyana azadî , bijî serok Apo" bi dawî bû .