Li Wanê polîs mudaxaleyê welatiyan kir
- 14:03 19 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Li hemberî tayînkirina qeyûman li Wanê bertek hat nîşandan. Welatiyên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn bi mudaxeleya polîsan re rûbirû man.
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarên Mezin a Wan, Amed û Mêrdinê didomin. Welatiyên li Wanê li dijî qeyûman li ber avahiya HDP'a bajêr kom bûn û ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kirin. Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa, parlamenterên HDP'a Wanê Muazzez Orhan, rêveberên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Li derdora şaredariyê ji hêla TOMA, maşîneyên zirxî û hêzên çewîk ve hat dorpêçkirin. Polîsan nehişt li vir daxuyanî bê dayîn.
Parlamenter Muazzez Orhan, bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: "Wê vîna gel xesp kiriye û hûn nahêlin ku em biçin şaredariya xwe. Em li vir in û em ê xwedî li tiştên aîdên me derkevin."
Piştî gengeşiyê welatî û HDP'î berê xwe dan avahiya HDP'a bajêr. Serdana welatiyan li vahiya HDP'ê didome.