Hevşaredara Wanê Bedîa: Li demokrasiyê xwedî derkevin
- 13:47 19 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kriin wiha got: "Tişta hatiye kirin xespa îradeyê ye û li hem hemû gelan hatiye kirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tirkiye nikare bi darbeyan bê rêvebirin. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li demokrasiyê derkevin."
Bedîa Ozgokçe Ertan ku piştî hilbijratinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji HDP'ê bû Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wê hat kriin bertek nîşanî wezaretê da û wiha got: "Li Tirkiyeyê demokrasî di bin piyan deye. Bi taybetî darbe li mafê bijartin û hilbijartinê tê kirin. Zîhniyeta ku me ji ser karê me dûr dixe û qeyûm tayînî şûna me dike dijqanûnî tevdigere."
'Tirkiye bi darbeyan nayê rêvebirin'
Bedîa diyar kir ku ew ji bo tevahiya gelê Wanê xebitîne û ev tişt got: "Bi qeyûmên ku hatin tayînkirin re îradeya me hat astengkirin. Tu meşrûbûna qeyûman ji bo gel tune ye. Ji bo welatekî demokratîk em bang li hemû derdorên bi demokrasiyê bawer dikin ku li demokrasiyê xwedî derkevin. Ji ber ku Tirkiye bi darbeyan nayê rêvebirin."